'Divê hemû dildar biherikin ser xeta sînor’

11:17

 


JINHA


RIHA – Bi hatina demsala ziviztanê ji bo pêdiviyên welatiyên ji Kobanê hatine bên bicihanîn derhênerê fîlman Aydin Sîlîer û akademîsyen Gurur Ertem ên kampanyaya alîkariyê dan destpêkirin banga bihistiyariyê kirin. Aydin destnîşan kir ku ji bo travmaya welatiyên Kobanê dijîn bê derbaskirin hemû dildar biherikin xeta sînor.

Welatiyên Kobanê yên ji ber êrîşên çeteyên DAIŞ’ê mecbûr an axa xwe terikandin li konbajaran têkoşîna jiyanê didomînin. Bi hatina zivistanê li konbajaran pêdiviyên welatiyan jî zêde bûn û li van deran tenê dildar û şaredariyên DBP’î dixebitin. Derhênerê fîlman û organîzatorê çand û hunerê Aydin Sîlîer û ji Zanîngeha New Sehodê ya New Yorkê Civaknas Gurur Ertem bi derfetên xwe alîkariyên ku kom kirin, li Pirsûsê li welatiyên Kobanê belav kirin. Aydin û Gurur ji bo welatiyan mont, pêlav û ji bo perwerdehiya çandê enstruman anîn û diyar kirin di çapemeniyê de ji bo piştgiriya welatiyên Kobanê kêm weşan tên kirin. Audin wiha got: “Li Kobanê şer heye. Li bajarê ku şer diqewime pêwîstiya bajar û gel bi piştgiriyê heye.”

Aydin diyar kir ku divê bi nêzîkatiya “çawa be hin kes dikin” alîkarî neyên kêmkirin û bêyî girêdayî saziyan jî divê ji bo Kobanê alîkarî bên şandin. Aydin bilêv kir ku li Kobanê tehrîbateke mezin heye û ji bo ku travmaya tê jiyîn bê derbaskirin hemû dildar biherikin xeta sînor û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Piştî ku ez hatim vir min dît ku gel di nava reşweke giran de ye. Travmaya ku welatiyên Kobanê dijîn bi xebatên çend rojan tên kirin ve nayên derbaskirin. Ligel ev tiştên tên jiyîn ji bo ku welatî bikaribin jiyana xwe bidomînin divê hemû kes çi ji destên wan tê bikin. Divê dildar bên vir û li depoyan, li kampan bijîn. Çi ji destên kê tê divê bikin.”

Gurur Ertem jî bilêv kir ku welatiyên Kobanê yên li kamp û depoyan dijîn travmayên mezin dijîn, ji bo alîkariyê ne şert e ku mirov ziman bizanibe. Gurur got ku ew bi xwe jî kurdî nizane lê piştî li kapman geriyaye gelek alîkariya ku dikare bike, wî bixwe kiriye. Gurur wiha berdewam kir: “Li vir jibilî ziman divê alîkarî bê kirin. Ez di heman demê de hunermendê reqsê me. Li vir divê jibilî ziman têkîliyên ragihandinê bên danîn. Divê ew bi aweyeke acîl alîkariya psîkolojîk bê dayîn. Divê psîkolog bên xeta sînor û bi xebatên lîstîk û reqsê xizmetê bidin. Ji ber ku pêdiviya mirovan bi awayeke lezgîn bi terapiyê heye. Welatiyên Kobanê bi kurdî diaxivin. Tirkî nizanin. Divê ev nebe astengî. Divê hemû kes bên vê derê û çi ji destên wan tê bikin. Yên ku nikarin tiştekî bikin jî divê bên vir li depoyan bixebitin. Xebatkarên çand û hunerê divê biherikin vir û bi riya hunerê tehrîbatên zarok dijîn kêm bikin.”

‘Pêdivî her diçe zêde dibe’

Gurur diyar kir ku ji ber şer êli Kobanê tê jiyîn zirara medî jî çêdibe û wiha got: “Welatiyên Kobanê bi çandiniyê debara xwe dikin. Şer bi dawî bibe jî bi salan mirov dê nekaribin zeviyên xwe biçînin. Dİvê tu kes nekeve şaşîtiya ku pêdiviyên welatiyên bi cih hatiye. Li vir pêdiviyên madî û manewî her diçe zêdetir dibe. Hemû mirovahî divê ji bo alîkariya lezgîn biherike li xeta sînor.”

Gurur anî ziman ku dema vegerin Stenbolê jî dê xebatên xwe bidomînin û ji ber hatine zivistanê pêdiviya zarokan bi pêlavan heye û ew ê ji bo vê yekê dest bi xebatan bikin.

(zt)