Ji erebên Cerablusê banga 'Bila YPG me xilas bike'

11:52

 


JINHA


RIHA - Erebên ji Cerablusê yên di bin dagirkeriya çeteyên DAIŞ'ê de reviyan diyar kirin ku çeteyan li bajar tirs afirandiye, nikarin ji malên xwe derbikevin û nikarin rûyê xwe tiraş bikin û li benda roja YPG bajar rizgar bikin in û wiha gotin: "Ev ereb nîn in. Ji her gelekî yên herî xirab hatine cem hev û bajarê me dagirkirine. Ez bang hem li ereb û hem jî li kurdan dikim. Em bibin yek. Ez bang li YPG'ê jî dikim. Bila bê me xilas bikin."

Çeteyên DAIŞ'ê di serî de Kobanê, Şengal, Mexmur, Kerkuk, Musil û gelek herêmên din di nav de kurd jî hemû gelên din û çandên din ên ji wan neyî hedef girtin. Çeteyên DAIŞ'ê di nava erebên sunî de jî bûn sedema tirsê û bi pêkanînên û cezayên li dar dixin jiyan kirin dojeh. Welatiyên Cerablusî pêkanînên çeteyên DAIŞ'ê yên li Cerablusê pêk tînin vegotin û li benda roja şervanên YPG û YPJ'ê wan rizgar bikin in.

'Îxvan afirand'

3 welatiyên Cerablusê yên esnaf, mamoste û hosteyê wesayîtan ên ji Cerablusê reviyan hatin Rihayê banga "me xilas bikin" kirin. Ji ber ewlehiyê navê kesên hatin em nadin. Welatiyê mamsote têkildarî rewşa dawî ya bajar de agahî dan û diyar kir ku nifûsa navçeyê ya ji 25-30'an pêk tê di demên dawî de ji sedî 80 ji navçeyê reviyane û ji sedî 20 kurd jî incax ji sedî yek mane. Mamoste anî ziman ku ereb û kurdên Ekrad li ser axa suriyeyê yek in û di navbera wan de tu dijminahî tuneye û wiha got: "Di salên 1980'an de Îxwan-î Misliman (Birayên misliman) dema bi rejîmê re şer kir kurdan alîgiriya rejîmê kirin û alîkariya wan nekirin di nava ereban de belav dikin.Lê ev yêk rast nîn e. Ji ber ku herî zêde ji rejîmê kurdan zirar dît. Lê îdîaya Îxwanê ji aliyê hinek ereban ve erenî hate dîtin. Van ereban bingeha DAIŞ'ê pêk anîn. Îro jî bi wan hîsên tolhildanê nêzî kurddan dibin."

'Ereb û kurd bira ne'

Mamoste da zanîn ku li Cerablus, GirêSpî (TilEbyad), Serêkaniyê, Halep, Şam û li her alî bi kurdan re bi hev re jiyîn û wiha axivî: "Çeteyên DAIŞ'ê li gundê Kobanê yê dagirkirin de lêgerînê kirin û di encama lêgerînê de 17 hezar dolar bi dest xistin ji ereban re vedigotin. Ji bo ganîmetê bang li ereban kirin ku bên dora Kobanê. Gelek erebên çûn di şer de bikaranîn û bûn sedema mirina wan. Niha jî gundên kurdan ji hinek talankeran re difiroşin. Teqez ev kar ê ereb bikin nîn e. Kesên wisa xirab di nav her gelekî de derdikevin. Di nava çeteyên DAIŞ'ê de gelek kurd jî hene. Lê em bira ne. Tu kes û tu hêz em ji hev cuda nekin. Niha ji sedî 80 Cerabluslî li benda YPG'ê ne ku bên wan xilas bikin."

'Hefteyê kesekî serjê dikin'

Welatiyê esnaf jî diyar kir ku di nav çeteyên DAIŞ'ê de gelek kesên ji Konyayê hene dîtin û hejmara çeteyan ên bi nasnameya Tirkiyeyê gelek in. Esnaf anî ziman ku çeteyên DAIŞ'ê ji bo tirsê biafirînin bi hincetên sivik hefteyê kesekî li ber çavê hemû kesî serjê dikin û wiha got: "Êdî em nikarin ji mala xwe derbikevin. Ji ber ku em nizanin me dê rastî çi bên. Rû qusandin û cigare kişandin qedexe ye. Li Cerablusê berber neman. Aliyek jinê bêdîtin û zilam şelên teng li xwe bikin qedexe ye. Lê ji emirên wan her tişt serbest e. Bavê emir cigare dikêşa lê tu kesî tiştekî nedigotê. Dîsa gelek jin diçin malên emîr lê dimînin û derdikevin." Esnaf da zanîn ku her roj erebên li bajar bi telefonê li wan digerin û pirsa dê YPG kengî bê wan xilas bike dikin.

'Bila YPG me jî xilas bike'

Hosteyê wesayîtan jî diyar kir ku ji emirên Cerablusê yek Misiriye û carekê bû şahidiniya bi bavê xwe re axivî û wiha got: "Emir ji bavê xwe re got, 'Hûn li Misirê çi dikin. Werin vir lehmecunên herî xweş li vir hene. Hînî hûn bixwazin jin hene. Pirsgirêka pere tuneye. Dest ji wir berdin werin cem min weke qralan bijîn.' Jiyan ji me re reş bû. Ev erep nîn in. Ji her gelekî yên xirab hatine cem hev û bajarê me dagirkirine. Ez bang hem li ereb û hem jî li kurdan dikim. Em bibin yek. Ez bang li YPG'ê jî dikim. Bila bê me xilas bikin."


(zt)