Di 25’ê Mijdarê de hemû deng û gotin dê ji bo YPJ’ê be
12:02
JINHA
RIHA – Amadekariyên meşa 25’ê Mijdarê ya li sînor ji bo silavkirina jinên li Kobanê li ber xwe didin hatin temamkirin. Di meşa ku bi beşdariya jinên ji bajarên bakurê Kurdistanê Tirkiyeyê bê lidarxistin de bi daxuyanî û dirûşmên YPJ'ê wekî “Sembola berxwedana hemû jinan” tên nirxandin silav dê bên silavkirin.
Îsal navenda çalakiyên 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîn û Piştevaniya Navneteweyî ya li Dijî Tundiya li Hemberî Jinan ji bo piştevaniya jinê Şengal û Kobanê, Riha û navçeyên Rihayê ye. Çalakiyên jinan bi bangawaziya DOKH’ê di 19’ê mijdarê de dest pê kir û li gelek bajar û navçeyan jin daketin kolanan hem jinên YPJ’î ên li Kobanê li ber xwe didin silav kirin hem jî piştevaniya xwe ya jinên ji ber êrîşên çeteyên DAIŞ’ê axa xwe terikandine bilind kirin. Fînala çalakiyan jî dê sibehê bi meşa ji gundê Dewşenê heta gundê Mehserê bê lidarxistin bibin. Ji bo meşê ji bajarên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê gelek jin diherikin xeta sînor.
‘Em ê dirûşmên xwe bigihînin YPJ’ê’
Dirûşma meşa ku dê bê lidarxistin “Ji xwişkên Mîrabel heta Sakîneyan em li Rojava Arîn in, Kadera sînor nenas in” ye. Jinên ku beriya çend rojan e hatin sînor li gundê Mehserê ya nobeta berxwedanê tê girtin girîngiya 25’ê Mijdarê vegotin. Hevşaredara Bajaroka Tilqabînê ya Şirnexê Rabîa Tekas ev tişt anî ziman: “Em wekî jinên cihanê di bin desthilatdariya zilaman a 5 hezan salan de ne. Ji bo em li dijî şîdeta li hemberî jinan derkevin bang li jinan dikin ku bila bên li ber sînor. Jinên YPJ’î niha temsîla hemû jinên tên eciqandin dikin. Em ê dirûşmên xwe ji vir bigihînin ezmanan û ji wir jî bigihînin jinên YPJ’ê yên li aliyê din ê sînor li ber xwe didin. Ji ber vê yekê em bang li hemû jinan dikin ku bila bên xeta sînor.”
‘Li Kobanê ji bo hemû gelên cihanê têdikoşin’
Aktîvîsta DOKH’ê Çîgdem Sonay jî ev tişt anî ziman: “Wekî hemû jinên li sînor ez jî çalakiya xwe didomînim. Em her carê dibêjin ku li Kobanê tenê nej i bo kurdan ji bo hemû azadiya hemû gelên bindest berxwedanek heye. Ji ber vê yekê em careke din bang li hemû jinan dikin ku di 25’ê Mijdarê de dakevin qadan.”
Ji bo berxwedana dayikan piştgirî
Endama Tevgera Jinên Demokratîk (DKH) Dîlşat Canbaz jî diyar kir ku di çarçoveya çalakiyên 25’ê Mijdarê de ji Enqere, Edene, Dêrism, Mêrsîn û Stenbolê tevli nobeta berxwedanê ya li sînor dibin. Canbaz wiha axivî: “Gelek jinên li vir li ber xwe didin, dayikên şervanên YPG û YPJ’ê yên ku di şer de jiyana xwe ji dest dane ne. Dema em ev berxwedana wan dibînin bêhtir bandor li ser me kir. Berxwedana jinan a li vir cuda ye. Dayikên ku zarokên xwe di refên berxwedanê de winda kirine di heman demê de dibin şervanek. Em ê li vir heta 25’ê Mijdarê bi şev û roj çalakiya xwe ya nobetê bidomînin.”
‘Cografyaya şîdetê nîn e’
Endama DKH’ê Nuray Çelîk jî destnîşan kir ku têkoşîna ku jinên YPJ’î didin têkoşîneke gerdunî ye. Çelîk ev tişt anî ziman: “Li gorî me pirsgirêka jinan pirsgirêka sîtemê ye. Îxtidar bi aweyeke biguherin jî feraset tu caran naguhere. Ji ber vê yekê jinên YPJ’î li dijî feresata desthilatdar sekinin û zincîr şikandin. Jinên YPJ’î li Rojhilata Navîn pêşengiyê ji tevgera jinan re dike. Li Kobanê di şexsê hemû jinan de berxwedanek heye. Em di 25’ê Mijdarê de bang li hemû jinan dikin bila bên gundê Mehserê ya dê têkoşîna rêxistinkirî ya jinan bi aweyeke zelal bê nîşandan.”
(zt)

