Li Mehserê pêşangeha despêk hat vekirin

12:19

JINHA


RIHA - Li gundê Mehserê ji bo piştevaniya berxwedana Kobanê ku bê navber di çalakiya nobetê dene. Piştî vrkirina pirtûkxwene yan,vê carê jî pêşangeha despêk hate vekirin. Di pêşangehê de, bi mebesta 1'ê Mijdarê roja Kobanê ya cihanê, afîşên ku li hin walatên cîhanê tê bi karanîn, di pêşangehê de hat Pêşandan.


Li Kobanê  berxwedana şervanên YPG û YPJ'ê,li hember çeteyên DAIŞ'ê  di roja 71'an de didome. Ji aliyê din ve jî li gundê Mehserê çalakiyên piştgiriyê berxwedanê li ser sînor bê navber berdewam dike. Li gundê Mehserê li gel çalakiyên nobetê,hewildana  avakirina jiyana komînal a modela Kontona azad ya Rojava derbasî jiyanê dibe. Berî vê demekê li gundê Mehserê  pirtûkxweneya yekem ji kaseyan ref hatibû çêkirin. Vê carê jî di xeta berxwedanê de pêşangeha despêk hate vekirin.


 'Kobanê tû car wê nekeve'


Pêşangeha despêk a ku ji aliyê çalakvanên ser sînor ve hatiye amede kirin û ser sînor hate pêşkêş kirin. Bi armanca piştevaniya 1'ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê,afîşên ku li hin walatên cîhanê tê bi karanîn,di pêşangehê de tê pêşandan. Di pêşangehê de mijarek e bal kişandinêye li ser wêneyên şervanên YPJ'ê nivîsa ku 'Kobanê tû caran wê nekeve' bi zimanê Îngilîzi ser afîşan hatibû nivîsandin.


Armanc pitgirî nîşandane


Omer Bagci ji Stenbolê bi armanca piştevaniya berxwedana Kobanê li sînor ev 25 roje tevlî çalakiyên nobetê dibe û di amedekariyên pêşangehê de cihê xwe girtiye.Omer diyar kir ku,armanca piştgiriya gelê cihanê a ji bo Kobanê bi hemû gelan ve dayîna nîşan kirine. Omer got: "Hemû gelê cîhanê 1'ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê îlan kiribû. Gel bi vê helwesta xwe piştgiriyek girîng da. Em jî dixwezin piştgiriya gelê cihanê ya ji Kobanê, ji gelê xwe re bidin nîşandan."


(rt/zt)