Li Îranê jina ku ji ber temaşe kirina Voleybolê hatibû girtin serbeste
12:59
JINHA
ÎRAN - Li Îranê jina 25 salî Gonceh Gavamî ji ber temaşe kirina maça voleybolê ya mêran hatibû girtin, bi kefaletê serbest hate berdan.
Li Îranê jina 25 salî Gonceh Gavamî ji ber maça voleybolê temaşe kiribû hatibû girtin, bi kefaletê serbest hate berdan.Gonceh di heman demê de hemwelatiya Îngîlîztanê ye. Dema dixwest bi komek jinan re 20 hezîranê li maçê temaşe bikine hatiye binçav kirin. Li gorî daxûyaniya malbatê,Gonceh Gavamî li Tahranê ba malbatê dimîne û ji ber rewşa wê ya tendûristiyê serbest hatiye berdan.Gonceha salek cezayê girtîgehê xweriye û li benda encamê dawî ya dadgehê ye.
Dozger Gonceh Gavamî bi têkiliya dijiyati yê sûcdar kir. Gonceh ji ber ketina wê a girtîgehê dest bi gireva birçîbûnê kiribû û ji bo piştevaniyê wê bi hezaran îmze hatibûn ber hevkirin. Birayê Gonceh, Îman Gavamî ji programek ya BBC'e Nawshoura axifî û diyar kir ku,xweşka wî cazayê salek a girtîgehê xweriya û 5 meha dagirtî û serbest hatiye berdan.Îman got: "Em ne li hêviyê vê biryarê bûn lê em gelek pê kêfxweşin." Di rojnameya Şark a Îranê di derbarê serbes berdanê Gonceh de,diyar kirine ku 38 hezar dolar ji bo kefaleta wê ya serbes berdanê hatiye dayîn.
Li Îranê ji sala 2012've heya nihe temaşe kirina jinan maça volaybolê ya zilaman qedexeye,ev qedexe ji bona maçên futbolê ji heman demê derbasdare.
Çavkanî: BBC
(rt/zt)

