4´emîn pêşbaziya Utamara ya ‘Her jinek cîrokek xwe heye’ despêdike
10:19
JINHA
NAMENDA NÛÇEYAN - 4’emîn pêşbaziya çîrokan ya Utamara despêdike. Girêdayî mercên pêşbaziyê navenda Utamara daxuyaniyek nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de wiha tê gotin: “jiyan bi afirandinê watedar dibe û tê hezkirin. Mina her sal dê îsal jî pêşbazî dibin navê ‘Her jinek çîrokek xwe heye’ bi zimanê kurdî (zaravayê kurmancî), Elmanî, û Tirkî tê li darxistin. Pêşbazî dê di 25´ê Mijdara 2014´an despêbike heta 30´ê Gûlana 2015´an berdewam bike. Em li benda berhemên jinanin.”
Ji aliyê Navenda Şêwirmendiya Jinan a Utamara ve 4’emîn pêşbaziya çîrokan bi navê “Her jinek çîrokek xwe heye” despêdike. Pêşbaziya çîrokan dê 25’ê Mijdarê despêdike û heya 30’ê gulanê berdewam dike. Di derbarê despêkirina pêşbaziyê de Navenda Şêwirmendiyak Jinan Utamara daxuyaniyek nivîskî weşand.
Daxuyanî wihaye:
“Li Rojhilata Navîn û li ser xaka mezopotamiya ku mirovahî di şexsê jînê de wendakîrîbû, vê carê dîrok ne ji aliyê dagirkeran ve, lê ji aliyê gelan ve bi taybetî jinan ve tê nivîsandin û pênûs di destê jina Kurd de ye. Bê guman, mirov dikare bibêje ku têkoşerên li Kobanê û Şengalê li hemberî mêr û zordariyê li ber xwe didin û bi ramanê têdikoşin. Dîsa koledarî û azadîxwazî, kujêrî û jiyandêrî, talankerî û afirênêrî, dijmafî û mafparêzî, hovitî û hemdemî şer dikin. Îro di tekoşîna jinan de ji bo azadî, demokrasî, wekhevî û bidestxistina nasname û mafê jiyanî yê bi sed salan e ji dest hatiye çelpandin car din bi dest bixe tê dayîn de. Derketina jinê ya asta pêşengtiyê, ji cewherê vê têkoşînê bi xwe tê. Di civakê de ew çîna herî zêde hatiye kolekirin, derbkirin, çelpandin û dervehiştin. Bi xweşuştina di nava agirê têkoşînê de, dibe afirandêra jiyaneke nû. Ji bo jinên cîhanê yên bi sed salan´e di nava diranên canavarên sermayedarî, dîktatorî û xwînxwariyê de hatine ciqandin û pelixandin
Di kesayeta jina Kurd de, li hemberî kolekirin û firotina çeteyên xwînxwar mohreke mezin li rûpelên dîrokê da û ne tenê ji malê derket, hilqetiya û baskên xwe li tevahiya cîhanê vekir. Her jinek xwediyê çîrokek û serpêhatiyekê ye. jinek tişta bi serê wê hatiye derxîne der û raxîne ser kaxezê ev wêrektî û berpîrsîyartiya dirokê, ne tenê tişta bi serê wê hatiye deynê ser kaxazê di hêman demê de dirokek ku Îroj di kesayeta jinan de li hemberî hîşmendiya pênc hezar sala rastîya DAIS da serûbinkiriye, Em li benda hest û ramanên weyên giranbûha ne.
jiyan bi afirandinê watedar dibe û tê hezkirin.
4´emin hevgîhistina “Her jinek Çîrokek xwe heye!” Mina her sal dê îsal jî pêşbazî dibin navê ‘Her jin çîrok xwe heye’ bi zimanê kurdî (zaravayê kurmancî), Elmanî, û Tirkî tê li darxistin. Pêşbazî dê di 25´ê Mijdarê 2014´an despêbike heta 30´ê Gûlana 2015´an berdewam bike. Di vê navberê de hevgîhistina emê li benda çîrok û helbestên jinan bin. Ev cîrok û helbestên giranbuha ê bigihijin destên me û dê bên nirxandin.”
Mercên tevlîbûnê jî wiha ne:
“Divê Beşdarbunê de çîrok û helbestên tenê girêdayî jinan tên nivîsandin. Pêwîste çîrok û helbest beriya niha di tu deran de nehatibin weşandin.
Beşdarvan tenê dikarin bi du çîrok, yan jî bi du helbest yan jî bi çîrokek û helbestekê tevlî bibin. Helbest û çîrokên tên hilbijartin di serî de beşdarvan di pejirînin ku bên weşandin. Li ser daxwaza beşdarvanan dikare nivîs bi navek cûda bên weşandin.
Dikarin çîrokan bi nivîsa dest yan jî komputerê binivîsin.
Dikarin berhemên xwe bişînin navnîşan jêr.
Kesê bi helbest yan jî bi çîrokan tevlî dibe, pêwîste nav, paşnav, navnîşan û kurte demboriya xwe binivîse.
Zimanên beşdarbûnê Kurdî, Tirkî û Elmanî.
Dîroka beşdarbûnê: 25´ê Mijdara 2014´an, heta 30´ê Gûlanê 2015´an
Encam wê di Hezirana 2015´ê were eşkere kirin.
Navnîşan:
Frauenbegegnungsstätte
UTAMARA e.V.
"Her jin çîrokek xwe heye"
E-mail: utamara@web.de
Tel. 0049 (0) 2644-602424
In der Stehle 26
53547 Kasbach-Ohlenberg"
(zt)

