Kantonên berxwedanê xwe perwerde dikin
10:33
JINHA
RIHA - Bi boneya piştevaniya berxwedanan Kobanê ser sînorê Kobanê û Pirsûsê li gundê Mehserê nobeta berxwedanê di roja 72'emîn de dewam dike. Li gundê Mehserê yê Pirsûsê ku çalakiyên piştevaniya berxwedana Kobanê lê dewam dikin, li kantonên ku hewl tê dayîn rêxistinbûyîneke modela jiyana azad a li Rojava bê meşandin, ji bilî nobed û piştevaniya kolektîf, perwerde tê dayîn.
Weke modelên kantonên xweser ên li Rojava, li gundê Mehserê yê Pirsûsa Rihayê ku çalakiyên piştevaniya berxwedana Kobanê lê dewam dike, modelek jiyanê hat rûniştandin. Welatiyên ji her deverê welat hatin tevlî berxwedana li ser sînor bûn li cihê ku jiyana kolektîf lê ava kirine navê kantonan lê hate kirin. Yek ji van kantonan jî Kantona Botanê ye. Ji bo parastinê li cihê dijîn û xeta sînor nobedê de ne ji bilî nobed û piştevaniyê xebatên perwerdehiyê tên kirin.
'Perwerdehiya bi hev re'
Her roj di saet 14'an de perwerdehiya tê dayîn hemû welatiyên kantonan tevlî dibin. Berdevkê Kantonê Emîn Akman diyar kir ku yek ji gelê herî bi rêxistinkirî gelê kurd di jiyana xwe ya hemû qadan de pêwîste xwe rêxistin bike. "Hem xwe rêxistin bike hem jî welatiyên li vî gundî dijîn rêxistin bike. Bila neyê jibîrkirin tenê rêxistin kirin dikare gel bi guhere û rêxistin bike."
(zt)

