Dayikên Kobanê bi hêviya vegerin Kobanê bêhna xwe vedidin
10:57
JINHA
RIHA – Dayikên Kobanê yên ku di konan dê tên cem hev, hevkariya hev dikin û bi berxwedana Kobane û heviya vegere sebra xwe tînin. Dayik li ser berxwedana Kobanê lorînan distrên û êş û kulên xwe bi hev re parve dikin.
Gelê Kantona Kobanê ya Rojava yên ku bi piştî dehên sala bi Şoreşê Rojava rê êdî gihîştin azadiya xwe bi êrîşên çeteyên hov ên DAIŞ’ê re koçber bûn rojên xwe yên azadiyê û berxwedana Kobanê ya dirokî ku 72 roj in berdewam dike bi bîr tînin û sebra xwe tînin. Bi taybetî dayikên dilgeş û kul ku êşên bi dehên salan di hundirê xwe de bi cih kirine di van rojan de jî ji bîra xwe nikarin derxin û bi lorînên distrên bi bîr tînin. Dayikên ku li konên di nav konbajaran de tên cem hev derd û êşen dilê xwe ji hev re parve dikin û bi vê yekê jî piştevaniya hev dikin. Dayik ji cih û warên xwe yên ku di nav hebûne de dijîn piştî êrîşên çeteyên kujer ên DAIŞ’ê koçber bûn û li konan jiyana xwe bi hêviya vegera axa xwe bêhna xwe vedidin. Dayik bi hevkariya vereşandina kincên kevn ku dirisin bi hevre dibin alîkar û wan jî dikin û mînder û balgîf.
Dayika Sêdika Cima ya ku 55 salî diyar kir ku ji ber qehra zordestiya çeteyên dagirker qet nexwestiye ku li ser nîvînan raze û qederî mehekê li ser erdê runiştiyê û raza ye. Sêdika bilêv kir ku bi şêv qet xew neketiye çavên wê û sebra wê têne bi berxwedana YPG/YPJ'ê tê û bi hêviya rojek beriya rojekê vegere Kobanê de ye. Sêdika got ku wan dev ji cih û warên çeleng, doşek û mîtelên xweşik li şûna xwe berdane û ji bo jiyana xwe bidomînin bi hev re risê vedireşînin.
‘Em ê Kobanê jinûve ava bikin’
Sedika li ser heviya xwe yên vegere axivî û ev tişt anîn ziman: “Her çiqas li Kobanê tiştek li ser hev neştibin jî em wextê vegerin Kobanê ya xwe em ê wê jinûve ava bikin. Bihesîbinin em qet li Kobanê nejiyane em ê malên xwe jî baxçeyên xwe jî jinûve ava bikin û çelengtir bikin. Em Kobanê ji serî de heya dawî jinûve bixemilînin. Em kurdan li ber kesî serê xwe natewînin. Em çiqasî şehîd bikevin jî ev di riya namûs û şerefê de ye. Ji destê kê çi tê bila bikin. Xortên me têrî hemû hêzên dewletan dikin. Em xeberê distînin çete êdî bi keç û xortên me nikarin, dar û berên Kobanê qut dikin. Bila bikin, me ehd kiriyê ku em ê Kobanê jinûve ava bikin. Bijî ji hevalan re, bijî gerîlayên li serê çiyan re, bijî ji Ocalan re.”
‘Kobanê paytexta keleha Kurdistanê ye’
Dayika 62 salî ya bi navê Dindê Hemî got ku ew tu car ji wan çeteyên hov netirsiyan û ji bo namês û axa ku karibin biparezên ji Kobanê derketin. Hindê da zanîn ku ji bo ji YPG û YPJ’ê ji bo wan nekevin tengasiye ji naçarî ji Kobanê derketin wiha axivî: “Berxwedana Kobanê bi saya keç û xortên kurdên ku ji çar aliyê Kurdistanê ketin rê û hatintê parastin. Dê Kobanê tu car ji neyarên kurdan û çeteyan re nebe yar. Heya mirovek kurd li ser rûye cîhanê hebe û bijî Kobanê ya me be. Tu qewet nikare Kobanê ji destên me bîstîne. Ciwanên kurd, canê xwe dan ber çavên xwe û ji bo Kobanê şer dikin. Bi xwîna xwe axa Kobanê av didin. Ma Kobanê ji çeteyan re dibe yar. Ma Kobanê ji Erdogan e ku ceyranê dibire û DAIŞ’a derbasî Kobanê dike re dibe yar. Bila baş bizanibin Kobanê ya kurdan û paytexta keleha Kurdistanê ye.”
(kom/zt)

