Ji bo welatiyên Kobanê li Pirsûsê firina bi navê Kobanê tê vekirin

11:07

JINHA


RIHA - Li Pirsûsê ji bo welatiyên Kobanê yên ku ji ber êrîşên çeteyên DAIŞ’ê koçber bûn firina bi navê Kobanî (Kobanê) tê vekirin. Dê firin derdora hefteyekê de amede bibe û welatiyên Kobanê dê têde bixebitin û rojê nezî 15 hezar nanên bi ambalaj derxîne.

Welatiyên Kobanê ku ji ber êrîşên çeteyên DAIŞ’ê koçber bûn û ji cih û warên xwe yên jiyanê dûr ketin hatine Serxetê ya Pirsûsa Rihayê ji bo çareser kirina pedîviyên xwedî nav hewldanake de ne. Nezî 50 hezarî welatiyên Kobanê yên ku hatin li konbajarê li navenda Pirsûsê hatiye vekirin û her wiha li gundên Pirsûsê belavbûn, ji bo çareserkirina pêdîviyan firin tê vekirin. Firina ku li navênda Pirsûsê tê vekirin a bi navê Kobanî (Kobanê) de heya hêfteyêke amede bibe û dest bi çekirina nan bike. Çekirina firinê bi lêz û bêz berdewam dike ku rojêk rojan pêşde dest bi xebatê bike. Welatiyê Kobanê yê berpirsyarê firinê Mahmut Mislim got ku armanca wan vekirina firinê çareserkirina pedîviya xwarina welatiyên Kobanê ye û di kar û xabatên wê dê jî welatiyên Kobanê bixebitin.

‘Dê welatiyên me bigihêjin xizmetekî baş û paqij’

Her wiha Mahmut diyar kir ku dê difirinê de nêzî 20 kes bixebitin û rojê nezî 15 hezaran nan bi ambalaj derxin. Mahmut destnîşan kir ku de nan derxin ji bo tenduristiyê di nav poşeta da belav bikin ku xizmetekî baş û paqij bidin welatiyên xwe. Mahmut got ku çekirina nan ji aliyê makînan de tê amedekirin û dest pê nabe. Mahmut bilêv kir ku de bi vî rengî welatiyên Kobanê jî bigihêjin nan ku li Kobanê derdiket û de xerîbiyê nekşînin.

‘Dê em gelê xwe muxtac nekin’

Mahmut daxuyakirin ku pêdiviyên welatiyên wan gelek in û ji bo çareserkirina wan çi ji destê wan tê de bikin û wiha pêde çû: “Gelek welatiyên me li benda vekirin afirinê ye. Her roj ji me dipirsin ‘Dê kincan vebe’ ku nanê welatê xwe bigrin. Em bawerin em ê bi vî awayî kêmasiyên nan çareser bikin û gelê xwe muxtac nekin. Heya em vedigerin Kobanê em ê bi vî rengî kar û xebatên xwe bimeşînin. Welatiyên me rastî êrîşên dijwar man ku koçber bûn. Divê hemû kes ji wan fêm bikê û destên wan bigire ku em karibin li ser piyan bisekinin.“

(kom/zt)