Welatiyê Swedî: Min di nav kurdan de mirovatî, parvekirin û piştevaniya rast dît
11:14
JINHA
RIHA – Welatiyên biyanî yên ku ji welatên cur bi cur ji bo piştgirî dayîna berxwedana Kobanê ya li hember çeteyên DAIŞ’ê didin tên ser sînor û di nav berxwedanê de cih digrin berdevam dike. Welatiye ku bi navê Yakarî Feyer ye 28 salî j Swedê hatî û ev nêzî meheke yê li Pirsûsê di nav kar û xebatên ji bo welatiyên Kobanê de tên meşandin de cih di gire de ye diyar kir ku wî li vir mirovatî, parvekirin û piştevaniya rast dîtiye û gelek di bin bandora ve de ma ye.
Berxwedana Kobanê ya ku bi pêşengiya hêzên YPG û YPJ’ê li hemberî çeteyên dagirker û kujêr ên DAIŞ’ê li cihanê pêl bi pêl belav dibe. Ev berxwedana dirokî bala gelek mirovên sosyalîst û aştîxwaz dikşîne û ji bo ve gelek mirovên biyanî jî ji welatên cur bi cur berê xwe didin Kobanê û tên ser sînor. Kesên bi navê Yakarî Feyer (28), Tobîas Meîer (20) û Cedrîc Muller (20) jî ji bo ditîna berxwedana bêhampa û piştevaniya ve jî Swedê derketin û hatin ser sînor. Welatiyê Swedê Yakarî Feyer derheqê hatina xwe de axivî got ku agahiyên wan ji têkoşîna gelê kurd a ji bo mafên xwe yên xwezayî dişopînin û polîtika qirej ên ku li ser gelê kurd tên meşandin dibînin.
‘Min li vir mirovatî, parvekirin û piştevanîdît’
Yakarî diyar kir ku ew dizanin gelê kurd bê çawa kirine çar parçe û ji hev qut kirine û wiha got: “Baweriya me bi gelê kurd û bi têkoşîna wan heye ku dê rojekê bi ser bikevin. Em dizanin bê kî di têkoşîna xwe de mafdar e û kî jî neheq e. Nêzî mehekê hatime vir. Min li vir di nav kurdan de mirovatî dît. Min li vir parvekirin û piştevanî dît. Mêvantî dît. Berê heke di destê min de portekalek hebûya dibe min têxista bêrîka xwea. Lê vir kesê ku di destê wan de portekalek hebe naxwe û bi hevalên xwe û mirovan re parve dike. Gelê kurd wekî pergala kapîtalîst ne ji xwe re ye. Gelê kurd ne mîna gelên dine. Di serî de ev tişt li ser min gelek bandor kir û min jê hêz girt.”
‘Dema em vegerin Swedê de em ê vê berxwadanê ji derdora xwe re ragîhînin’
Welatiyê Swedî yê bi navê Tobîas Meîeryê ku ev du roj in hatiye ser sînor aliye Pirsûsê diyar kir ku dema ku welatiyên kurd û dostên wan ji Swedê çalakiyên li hemberî êrîşên çeteyên DAIŞ’ê li dar xistin bi rewşa Kobanê hisiyaye û ji bo dîtina berxwedana jî berê daye Kobanê. Tobîas da zanîn ku dema vegeriya Swedê jî dê çavderiyên xwe û rewşa li ser sînor ji wan re ragihîne û wan jî agahdar bike.
‘Hevalên û dostên me li benda agahiyên alîkariyê ne’
Cedrîc Muller jî bilêv kir ku armanca hatina wan a sereke ji bo tespîitkirina pêdiviyan e û piştî vegeriyan jî dê li Swedê ji bo çareserkirina wan de kar û xebatên xwe bimeşînin. Cedrîc dest nîşan kir ku gelek dost û havalên wan ê der dora wan li benda alikarî dayîna Kobanê ne û di heman demê de li benda çavderiyên wan in jî. Cedrîc got ku heval û dostên wan ji bo vê yekê ev şandina û hêviya wan in ku dest bi kar û xebatên xwe yê nalîkariyê bikin.
Welatiyên swedî yên ku ji ajansê me re axivîn piştre bi hev re dirûşma “Bijî berxwedana YPG û YPJ’ê” berz kirin û piştgiriya xwe nişan dan.
(kom/zt)

