Jinan astengiya leşkeran nasnekir û çûn ser sînor

11:17

 


JINHA


RIHA - Li 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîn û Piştevaniya Navneteweyî ya li Dijî Tundiya li Hemberî Jinan li gundê Mehserê ya ser sînora Kobanê meşek fînal li dar dixe. Leşkerên ku hewldan pêşiya vê meşê bigirin, jinan bendên leşkeran nasnekirin û xwe gihandin ser sînor. 

Jinên ku ji bakurê Kurdistan û Tirkiyeyê ji bo 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîn û Piştevaniya Navneteweyî ya li Dijî Tundiya li Hemberî Jinan hatin Pîrsusê û li gundê Mehserê nezî sînora Kobanê de meşek girseyî li dar bixe. Leşkerên tirk li pêşiya jinan bendên lêgerînê danîn û hewl dan meşê asteng bikin. Leşkerên ku li ser rêya Deriyê Sînor ên Edmankê yê Pîrsusê heta gundê Mehser û Miseynterê noqteyên lêgerînê danîn, wesayîta jinan rawestan û nehiştin derbasî ser sînor bibin. Jinan bendên leşkeran rakirin û çûn ser sînor. Li wir li ber erbanê govend gerandin.

Îro li sînorê ji alîyê jinan de çalakîya mirovên zincîr pêk bê. Jinan bi stranan, dirûşmeyan û govendê li benda seata çalakiyê ne. 

(zt)