‘Jinên Kurd ji bo azadiya hemû jinên Rojhilata Navîn şerdikin’
11:47
JINHA
SILÊMANÎ – Aktivîsta Feminist, Psikiyatrist û Nîviskara Misrî Neval El Saddavi muzexaneya Helepçe ziyaret kir.
Aktîvîsta Feminist, Psikiyatrist û Nivîskara Misrî Neval El Saddavi gera xweya Kurdistanê didomîne û duh jî çu bajarê Helepçe. Neval çu serdana Muzexaneya Helepçe û di derbarê çavdêriyên xwe de daxuyaniyek ji bo çapemeniyê da. Neval di daxwuyaniya xwe de balkişand ser tekoşîna jenên Kurd û got: “Jinên Kurd ji bo azadiya hemû jinên Rojhilata Navîn şerdikin.” Her wiha Neval di daxwuyaniya xwe de balkişand ser gera xwe ya ji bo Kurdistanê û keyfxweşiya xwe anî ziman.
Piştî daxuyaniyê Neval li nava muzexaneya şehîdên Helepçe geriya.
(zt)

