Li Hewlêr ji bo piştevaniya Kobanê konser hat dayîn
12:17
JINHA
HEWLÊR - Bi boneya piştevaniya berxwedana Kobanê li bajarê Hewlêrê konser hat dayîn. Konser ji aliyê Komeleya Ciwanên Welatparêz ên Kurdistanê ve bi amadekariyên berfireh hat pêşkêşkirin rastî eleqeyek mezin hat.
Li bajarê Hewlêr yê Herêma Federala Kurdistanê ji bo piştevaniya berxwedana Kobanê ji aliyê Komeleya Ciwanên Welatparêz ên Kurdistanê ve konser hat pêşkêşkirin. Di konserê de li gel Nûnerê PYD’ê yê Herêma Federala Kurdistanê Xerîb Hiso, Parlamenter Ferhad Sengawî û Endamê Komeleya Ciwanên Welatparêz ên Kurdistanê Ehmed Mihemed gelek kes, endamên dam û dezgayên civakî û gelek welatî amadebûn. Konser bi tevlîbûna her du komên Şehîd Berçem û koma Hewreman li Salona Mîdia hat pêşkêşkirin. Di konserê de axaftinên giring hatin kirin û balhat kişandina ser yekîtiye netewî.
‘Jibo dilsoziya bi Kobanê re me konser pêşkêş kir’
Endamê Komeleya Ciwanên Welatparêz ên Kurdistanê Ehmed Mihemed di konserê de axifî û got: “Me weke Komeleya Ciwanên Welatparêz ên Kurdistanê û çend aliyên din bi armanca piştgiriya berxwedana Kobanê ya ku di roja 72’emîn de berdewam dike me xwest dilsoziya xwe ya bi wan re bînin ziman. Me ev konser weke hestek erka yekîtiya neteweyî û niştîmanî xwest piştgiriya xwe ji bo Kobanê nîşan bikin. Hem jî em weke amadekarên konserê û hem jî her du komên konser pêşkêş kirin, me bi alîkariyekî mezin tevlîbûn çêkir. Her wiha hemû ew alîkariyên hatin komkirin wê ji bo Kobanê bê şandin.”
Di konserê de Nûnerê PYD’ê yê Herêma Federala Kurdistanê Xerîb Hiso û Parlamenter Ferhad Sengawî jî axivîn û bal kişandin ser yekîtiya neteweyî ya Kurdan. Her wiha di axaftinên xwe de berxwedana dîrokî ya Kobanê pîroz kirin. Dîsan bal kişandin ser sîstema kantonan ya xwedî ezmûnekî demokratîk û bi teybetî jî balkişandin ser giringiya rola jinan berxwedana Rojavayê Kurdistanê. Her wiha zagona wekheviya hejmar 22 a sala 2014’an a Kantona Cizîrê bi rêveberiya hevbeş ya hatin vegotin.
Piştî bi dawîbûna sitranan her du komên konsert pêşkêş kirin bi dirûşmên “Bijî berxwedana Kobanê’û ‘Bijî berxwedana YPG/YPJ, pêşmerge û gerilayan” konsert bi dawî bû.
(zt)

