Li Federala Kurdistanê di 9 mehan de 5 hezar jin rastî şidetê hatine

12:38

 


JINHA


NAVENDA NÛÇEYAN - Li herêma Ferderala Kurdistanê di 9 mehan de zêdetirî 5 hezar jin rastî şidetê hatine. Di derbarê bûyerên şideta ser jinan ya 9 mehan de raporek hatiye amade kirin û weşandin.


Li gorî raporek ya rêveberiya giştî ya girêdayî tund û tujiya ser jinan ya li Herêma Fererala Kurdistanê di nava 9 mehên derbazbuyî de zêdetirî 5 hezar bûerên şideta li ser jinan hatiye jiyan kirin.


Rapor wihaye:


“Di nava 9 mehên sala 2104’an de 5519 curên tund û tujiyê li ser jinan li herêma Federala Kurdistanê hatiye jiyankirin. Ji van buyerên şidetê 2087 li bajarê Hewlêr, 1285 li Dihok, 934 Silêmanî, 727 Germiyan, 361 li herêma Raperîn û 162 jî li herêma Soran çêbune.


Li gorî raporê di nava 9 mehan de 30 jin hatine qetilkirin, 29 jin ji ber şideta mêr xwe kuştine, 165 jinan ji ber sedemên cuda yên şidetê xwe şewitandine, 67 jin xwe şewitandine, 105 bûyerên destdirêjiyê û 5123 doz hatine vekirin.

Herwiha di raporê de hat gotin ku meha herî zêde şidet li hemberî jinê hatî bikaranîn meha Îlonê ye ku 781 buyerên şidetê li dijî jinê hatine kirin. Meha herî kêm jî meha Kanunê ye ku 471 buyer qewimîne.


Li gorî raporê li herêma Kurdistanê rêjeya tund û tujiya li hember jinan li gorî sala 2013 li herêma Kurdistan zêdetir buye.”


(zt)