Ji zarokên Kobanê re bi efsaneya Newrozê terapî

12:43

JINHA


RIHA - Senarîst Omer Bagci bi derfetên xwe ji bo zarokên Kobanê efsaneya Newrozê kir pirtûk û bi zarokan re dixîne û nîqaşan li ser dikin. Omer têkildarî mijarê de axivî û wiha got: "Bi saya vê amûrê ragihandinê ez hînî gelek çîrokên jiyanê yên ez nizanim dibim. Zarokeke ji nişkava ci hîs dike nabêje. Divê mirov rêbaz bi wan re têkîliya ragihandinê danî bizane."

Senarîstê fîlma Omer Bagci yê ku ji roja berxwedanê heya niha li gundê Mehserê di nobeta berxwedanê ye û ji bo tevkariyê bide jiyana zarokên Kobanê yên li konbajaran romana bi derfetên xwe zêdekirin li wargeha belav dike. Romana ji efsana Newrozê pêk tê û ji aliyê Nivîskar Mustafa Uzun ve hate nivîsandin û bi xîzkirina Wolf Dîeter Kopfer li Elmanyeyê hate çapkirin bi riya fotokopiyê hate zêdekirin û li dibistanên li wargehan ên kurdî perwerdehiyê dide belav kirin. Omer wiha got: "Ji bo travmaya zarokan jiyî bi ser xwe bavêjin a ji destê kesên li sînor çalakiyan li dar dixin a ji destê wan tê bikin."

'Kenîn di tabîata zarokan de heye'

Omer, diyar kir ku ji bo rastiya şer zarok bi ser xwe bavêjin divê pêkanînên terapiya li hemberî zarokan pêk bên û wiha axivî: "Zarokên me li xeta sînor û wargehan dîtin hêj jî li hemberî şert û mercên zor ên jiyanê dikenin. Em nikarin bêjin ev zarok zarokatiya xwe najiyîn. Di 1'emîn şerê cîhanê de jî zarokan zarokatiya xwe jiyîn. Zarokên Kobanê jî bi heman şiklî jiyana xwe didomînin. Lê mexdurên şer zarok in zarokatiya xwe cuda dijîn. Ligel van hemûyan balkêş e zarok dîsa dikenin. Bira, xwîş, dayîk û bavên wan di nava YPG û YPJ'ê de ne. Hinek zarok ji ber pê li mayînan kirin bil û piyên wan jêbûne. Ligel van hemûyan zarok dikenin. Kenîn di tabîata zarokan de heye."

'Ez bi romana xîz têkîliyê pêk tînim'

Omer, da zanîn ku hemû zarok ji efsaneya Kawayê Hesinkar bi bandor bûn bi romana xîz bi zarokan re têkîliyê pêktînin. Omer, bilêv kir ku ew bi zarokan re romanê dixwînin û nîqaşan dikin û wiha axivî: "Bi saya vê amûrê ragihandinê ez hînî çîrokên ez nizanim dibim. Zarokeke ji nîşkave nikare tiştên hîskirin vebêje. Divê mirov bizane ragihandinê pêkbîne. Zarokekî got şevê li wargehê hişyarbû û di nava heriyê de raket vegot. Ev mijareke gelek girîng e. Zarokekî çima wisa kir divê mirov fêm bike û li gorî wê yekê xizmetên terapiyê peyda bike."

'Têkçûyîna civakê bi travmayê dest pê dike'

Omer, destnîşan kir ku ji bo travmaya zarok dijîn bi ser xwe bavêjin divê bi lezgînî dest bi tevgerê bê kirin û wiha axaftina xwe berdewam kir: "Erê niha zarok dikenin. Ligel her tiştê jiyîn dikenin. Lê rastiya şer jiyîn heye. Van zarokan bi çavê xwe qetilkirina xizmên xwe dîtin. Heke bi lezgînî xizmeta terapiyê neyê kirin dê demên pêş de zarok asabî û tolhildêr bibin. Dê wê demê têkçûyîne civakê dest pê bike. Divê pêşiya vê yekê bê girtin."

(zt)