Bi hezaran kesan bi zincîra mirovahiyê berxwedana Kobanê silav kir

12:46

JINHA


RIHA - Berxwedana li ser sînor di roja 72'emîn de bi tevlîbûnên nû didome. Li ser sînorê Kobanê û Pirsûsê zincîra mirovan bi jinên bi minasebeta roja 25'ê Mijdarê hatin li ser sînor de hate lidarxitin.

Berxwedana li ser sînor di roja 72'emîn didome. Li ser sînorê Kobanê û Pirsûsê zincîra mirovan li gundê Mehserê bi jinên bi minasebeta 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîn û Piştevaniya Navneteweyî ya li dijî Tundiya li Hemberî Jinan hatin li ser sînor hate li darxistin. Jinên li gelek bajaran hatine bi cil û bergê xwe yê neteweyî tevlî çalakiya zincîra mirovahiyê bûn. Di çalakiyê de pankartên weke "li hemberî şer û tundiyê em di îsyanê de ne, em bi hêzin û rêxistinkirî ne", "Ji xwişkên Mirabel heya Sakîneyan, li Kobanê Arî nîn, li heberî sînoran Kadera sînor ne nasin", "Ji Roboskî heya Kobanê berxwedana dewam dike" hatin vekirin û bi sedan welatiyê zincîra mirovan li darxistin berê xwe dan Kobanê bi dirûm û tilîliyan "Bijî berxwedana Kobanê", "Bijî berxwedana jinan", "Bijî berxwedana YPG/YPJ'ê", "Jin jiyan azadî" berxwedana Kobanê hate silav kirin.

Piştî kesên di berxwedana Kobanê de jiyana xwe ji dest da deqîqeyek rêzgirtin hate girtin û bi çêkirina zîncîra mirovahiyê bi tilîlî û dirûşmeyan çalakî bi dawî bû. Ji bo zincîra mirovahiyê û meşa mezin ya jinan, jinên ji bajarê herêmê û Tirkiyê hatine û dayikên Roboskiyan, xwendekarên zanîngehê, rêxistinê saziyên sivîl tevlî çalakiyê bûn.

Piştî çalakiya zincîra mirovahiyê girse ber bi gundê Dewşenê ve ketin meşê.

(zt)