40 rojan rastî pêkanînên dijmirovî hat
12:53
JINHA
RIHA - Di 25'ê Mijdarê Roja Têkoşina Tundiya li Hemberî Jinan çalakiyên jinan berdewam dike. Jina Kobanî ya 40 rojan di destê çeteyên DAIŞ'ê de ma, îşkenceya çeteyên DAIŞ'ê yek bi yek vegot. Jinên Kobanî anî ziman ku çeteyan her roj xincer dixist situyê wan û rastî pêkanînên dijmirovî hat.
Îro 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîn û Piştevaniya Navneteweyî ya li Dijî Tundiya li Hemberî Jinan e. Bi vê minasebetê jin li dijî pergala zilamê serdest li gelek waran derketin kolanan. Li Rojhilata Navîn jî êrîş û îşkenceya herî hovane ya li hemberî jinan bi destê çeteyên DAIŞ'ê pêş ket. Jinên Kobanê ku ketin destê çeteyên DAIŞ'ê rastî îşkenceya herî giran hatin. Şervanên YPJ'ê li dijî binpêkirina mafan ji bo hemû mafên cîhanê şereki dijwar dimeşînin. Êrîşên çeteyên DAİŞ'ê yên li hemberî jinan careke din hovîtî anîn ber çavan.
'Dixwazin em kole bin'
Dayika 4 zarokan a Kobanî Cîhan Abdullah, li nêzî gundê Mimicê hat girtin. Dema çeteyên DAIŞ'ê gund dagir kir, hemû malbat revandin û avêtin girtîgeha Mimicê. Cihan, anî ziman ku jin avêtin aliyekî û mêr avêtin aliyekî.
Cîhan, anî ziman ku jinên ku piştre hatin cem wan neheqî li wan kirin wiha got: "Li gel ku zanibûn em misliman in jî dîsa neheqi kirin û gotin bibin misliman. Piştre çeteyen DAIŞ'ê yên bi rih hatin û gef li me xwarin. Ji zarokên min re gotin 'Hûn mezin bibin dê bibin şeytan û li hemberî me şer bikin. Keçika min a biçûk Beritan her dem silogana "Apo Apo Apê me ev welat giştî yê me" berz dikir. Pir neheqî li me kir. Ez û zarokên min serbest berdan, hevserê min jî di girtîgehê de hiştin. Çeteyên DAIŞ'ê dixwazin jin li wir koletiyê ji wan re bike."
'Min xwest xwe bikujim'
Jina 20 salî Suzan Ahmet ku ji aliyê çeteyên DAIŞ'ê ve hat revandin jî 20 rojan li zindanê rasti işkenceya giran hat. Suzan, anî ziman ku çeteyên DAIŞ'ê bi ser gundê wan girt, li gel ducawina wê, ew revandin. Suzan, da zanîn ku ew avêtin zindanê û di zindanê de zarok jêre bû û wiha got: "Li zindanê zarokekî kur ji min re bû. Zarok li holê ji min re bû. Dema zarok ji min re bû mirovên bi rih û çekdar, çek xistin serê min û işkence bi min kirin. Hêj min ew derûniya îşkenceyê ji ser xwe neavêtiye.
'Jinên ereb jî zilmê dikin'
Ciwana 17 salî Mahabat Derweş jî anî ziman ku ji aliyê çeteyên DAIŞ'ê ve hat revandin. Mahabat, anî ziman ku ji ber tev li refê YPJ'ê nebû pir poşban bû û wiha got: "Çeteyên DAIŞ'ê ez û bavê min dîl girtin. Bavê min avêtin zindanekê û ez jî avêtim zindanek din. Ez xistim bodruma ku jinên ereb lê hebûn. Nêzî 100 jinên ereb ji ber ku ruyê wan vekirî bû dîl hatibûn girtin. Min li wir dît ku cihê çeteyên DAIŞ'ê lê hene, mafê jinan ê jiyanê tune. Min 6 rojan qet xwarin nexwar. Ji mere gotin bi qasî guleyekê qîmeta we tune. Her roj xincer didan situyê me. Ger ku çete vê axê bi dest bixe, dê jin koletiya herî kûr bijîn."
(zt)

