Li sînor bi hezaran jin ji bo Kobanê hatin cem hev
15:06
JINHA
RIHA - Bi hezaran jin li sînorê Kobanê hatin cem hev û bi dirûşmeya "Ji Mîrabelan heya Sakîneyan em li Kobanê Arîn in Kedera sînor nenas in" dest bi meşa 25'ê Mijdarê kirin. Meşa jinan li gundê Mehserê bi dawî bû û çalakî bi axaftin û govendê berdewam dike.
Ji ber êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên li hemberî Kobanê û Şengalê 25'ê Mijdarê Roja Piştgirî û Têkoşîna Navneteweyî ya li Dijî Tundiya li Hemberî Jinê ji jinên Şengal û Kobanê re hate diyarîkirin. DOKH'ê berê ji bo jin li sînorê Kobanê bên cem hev bang kirin û li ser vê bangê gelek jin li sînor hatin cem hev. Bi hezaran jinên li sînor hatin cem hev ji bo mîtînga fînalê ji gundê Dewşenê ber bi gundê Mehserê ve dest bi meşê kirin.
Ji Ocalan re silav
Ji şevê din heya niha ji gelek bajarên Kurdistanê jin hatin sînorê Kobanê. Herikîna jinan serê sibê jî zêdebû û berdewam kir. Jin berê li gundê Mehserê tevlî çalakiya zîncîra mirovan a ji bo Kobanê hate lidarxistinbûn û piştî ber bi gundê Dewşen ve bi tîlîlî û dirûşmeyan dest bi meşê kirin. Meşa jina ji aliyê jinên Kobanê ve li gundê Dewşenê ve hate pêşwazîkirin. Di meşê de alên HPG, PKK, YPG hatin hilgirtin û posterên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hatin vekirin. Di meşê de dowîzên "Em li Kobanê Arîn in li hemberî sînoran Qeder in", "Keda me, bedena me û nasnameya me ya me ye" û "Jin jiyan azadî" û wêneyê zarokên Şengalê hilgirtin.
Bi srudên Rojava sekînin
Jinan li gundê Dewşenê li benda seata meşê man û di vê navberê de bi srudên Kobanê û Rojava govend girtin. Di meşê de dayîkên Roboskî jî cihê xwe girtin. Jinên Kobanê yên li konbajaran dimînin posterê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ên bi destan çêkirin û alên YPJ û PKK'ê hilgirtin. Jinan û zarokan li ser rûyên xwe nivîsa "Kobanê" û "Apo" nivîsandin.
Ji bo jinên Kobanê û Şengalê yek dil
Endamên meclîsa HDP û DBP'ê, jinên Kobanê, jinên ji Ewropa hatin, ESP, KESK, jinên Femînîst, Hevseroka KCD'ê Selma Irmak, parlemeterên jin Nursel Aydogan û Aysel Tugluk, Endama Lijneya Îcra ya KCD'ê Feleknas Uca, Parlementera berê ya YNK'ê Nermîn Osman û gelek jin tevlî meşê bûn. Di meşê de dirûşmeyên "Bijî berxwedana Kobanê", "Bijî berxwedana Jinan", Bijî berxwedana YPG/YPJ", "Kobanê dê ji DAIŞ'ê re bibe gor", "Qatîl dewlet dê hesabê bide" û "Jin, jiyana azadî" hatin berzkirin. Di meşê de pankratên "Ji Mîrabelan heya Sakîneyan em li Kobanê Arîn in Kedara sînor nenas in", "Ji Roboskiyê heya Kobanê berxwedan berdewam dike", "Em li hemberî şer û şîdetê di îsyanê de ne hêj bihêz û bi rêxistinî ne", "Em ji Zîlanan heya Arînan berxwedana Kobanê silav dikin" û "Cîhan bi jina xweşik dibe û bi keda wan azad dibe" ên li ser wêneyên Zîlan, Arîn Mîrxan û Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan heyî vekirin û ji gundê Dewşênê ber bi gundê Mehserê ve dest bi meşê kirin. Jinan bi singên xwe ve rozetên YPJ'ê daliqandin.
Gundên Dewşen û Mehserê bi meşa jina bûn yek
Li gundên Dewşen û Mehserê yên 72 rojin berxwedan lê didome bi meşa jinan bûn yek. Jin ji gundê Dewşenê ber bi gundê Mehserê ve herikîn. Di meşê de gelek jin bi zarokên xwe yên di hembêza xwe de girtin tevlî meşê bûn û meş li gundê Mehserê bi dawî bû. Lihevhatina jinan li gund bi axaftinan berdewam dike.
(zt)

