Gulistan Balkaş: Ekonomiya demokratîk bi jinan despêkiriye
08:56
Berivan Sumer / JINHA
WAN – Endama Komusyona Ekonomiyê ya KCD’ê Gulistan Balkaş girêdayî ekonomiya demokratîk nirxandin kir. Gulistan diyar kir kul i ser erdnîgariya Mezopotamya ekonomî bi destê jinê hatiye despêkirin.
Li gorî çavkaniyên mîtolojîk jî dide diyar kirin ekonomiya demokratîk bi yekem despêkirina mirovahiyê re derspêkiriye. Endama Komusyona Ekonomiyê ya KCD’ê Gulistan Balkaş Gulistan da zanîn ku li ser erdnîgariya Mezopotamya ekonomî bi destê jinê hatiye despêkirin û got: “Dema ku em li cewherê wê dinêrin ekonomî ji bo pêdiviyên mirovan anîna cîh derketiye.”
‘Hişmendiya kaputalîzmê ya li ekonomiyê mêraneye’
Gulîstan girêdayî hişmendiya kaputalîzmê ya li ekonomiyê wiha dibêje: “Li gorî modernîteya kaputalîst têgiha ekonomiyê malê tayîbet û milkê dewletê ye. Ji ber wê jî ekonomî ne ji bo pêdiviyên mirovan anîna cîh ji bo zêde mesrefkirinê û nava mirovan de newekheviyê çeke kar dike. Ji ber wê jî hişmendiya moderniteya kaputalîst bi giştî mêraneye. Ji ber wê jî pêdivî bi ji nû ve guherîna zimanê ekonomiyê heye. Divê li gorî ekonomiya demokratîk ji nû ve bê pênase kirin.”
‘Despêkê ekonomiyê li Mezopotamya despêkir’
Gulistan anî ziman k udi dema Neolitikê de despêkê çanda çandiniyê li Mezopotamyayê despêkiriye û wiha got: “Bi hişmendiya dewletparêz ekonomî ji xwediyê wê yê bingehîn û despêkê jinê tê digirtin û dikeve bin tekela mêr û dewletê. Dema ku ekonomî wiha ket bin tekela mêr û dewletê êdî ket di xizmeta rant û deshilatiyê de. Bi vê hişmendiyê êdî ziyanê didin xwezayê. Keda jinê tê mêtînger kirin û jin ji derveyî pergalê hat hiştin.”
‘Hilberînek li gorî xwezayê’
Gulistan bilêv kir ku li gorî çanda qiralîçeyan her kes din ava aboriyê de cîh digirin û aborî dikeve xizmeta her kesê de û wiha domand: “Heger îro em bixwazin aboriyê li gorî cewherê wê binirxînin emê jî ehan tuştî bêjin. Ji ber pêdivî bi aboriyek li gorî dengeya xwezayê û di xizmeta her kesê de heye.”
(zt)

