Şerwanên YPJ’ê biberxwedana xwe sûdê didin mirovahiyê
10:08
JINHA
RIHA - Têkoşîn û berxwedana şerwanên YPJ’ê ya Kobanê ji hemû mirovan re bû hevî û sûd jêtê wergirtin. Welatiyê bi navê Îbrahîm Kaplan yê li Taxa Alîgor ya Pirsûsê qehwexaneyê dixebitîne bi sûdwergintina berxwedana şervanênYPJ’ê re wêneyên şerwanênYPJ’ê bidîwarê qehwexaneyê xistiye. Kaplan diyar kir ku keçên kurdan namus, ax û şerefa kurdan diparezên û wiha got: “Ew şêrin. Em bi wan serbilindin. Bi saya wan anha hemû cîhan gelê kurd nasdike û ji bo berberxwedana wan rêzdigriye.”
Şoreşa Rojava ya ku bi pêşengiya jinan pêk hat û li cîhanê bû mînak, di nav gelê kurd de jî desthilatdariya mêran ya hezar salan rakirin û veguhirand. Bi êrîşên çeteyên DAIŞ’ê re jî cihgirtina jinan ya pêşengiya hezên Yekîtiya Parastina Jinan (YPJ), li cîhanê bu sembolek û jin ji berxwedana wan sûd distînin. Bitaybetî jî ji jinên Rojhilata Navîn re bûn modelek. Li gel vê jî gelê kurd li hember vê guhirandina jinan ya biwîrengîne tava herî rast dibîne û jê sûdê digre. Tenê ne jin, mêr jî li ber têkoşîna wan a bêhempa rêz digrin û sûdê jê digrin.
‘Li qehwexaneyê veguhirîna berxwedanê’
Welatiyê bi navê Îbrahîm Kaplan yê li taxa Alîgor ya Pirsûsa Rihayê ev 15 salin qehwexaneyê dixebitîne, wêneyê ku ji rûpela rojnemeyê birî û bi dîwarê qehwexaneyê xistî bila mirov dikşîne. Qehwexana ku di nav civakê de bi feodalîteya xwe tê nasîn û liber rastiya tekoşîna jinan û wêrekiya wan tên guhertin. Dema ku ew wêneyê li qehwexaneyê derket pêşberî me û me jî ji xwediyê qehwexaneyê Îbrahîm pirsî, rastîgotina “Ew şêrin” hatin. Îbrahîm derbarê mijarê de ji mere axivî û diyar kir ku ew bilehengiya şervanên keçên kurd serbilindin û wiha got: “Keçên me lihember dijminên xwînxar û kujer, di çeperên pêşiyê de cih digrin. Em jî bi vê yêkê serbilindin. Bi saya wan aniha hemû cîhan gelê kurd nas dike û li himber berberxwedana wan rêz digrin. Min jî rojekê di qehwexanê de rojnemeya Ozgur Gundemê dixand û rastîvî wêneyî hatim. Min ji rojnemê birî û lidîwarxist.”
‘Em ji berxwedana wan sûdê digrin ’
Îbrahîm diaxaftina xwe de behsa berxwedana Kobanê jî kir û wiha pêdêçû: “Ev keç û xortên me li cem mê şer in. Ji bo namus, ax û şerefa me têdikoşin. Em ji berxwedana wan sûdê digrin. Ew keç û xortên me yên herî qîret in. Wan li hember dijminê gelê xwe Kobanê bernedan û canê xwe dan ber çavên xwe. Bila hemû keç û xortên me yên din jî li hember dijminên kujer û xwînxar di nav refên YPG û YPJ’ê de cihên xwe bigrin. Bila wan şêran bi tênê nehelin. Xelasiya me di xwe dîderketina me da ye.”
‘Ev kirinane ji wan re namîne’
Îbrahîm diderbarê êrîşên ser gelêkurd de jî axavî û ev tişt anîn ziman: “Ew hemû qirêjiya hevkarên AKP’ê ne. Dê rojek were em ê ji wan kesên xwedîgire jî hesab bipirsin. Ev kirinan wan re namîne. Ev DAIŞ’a jî çawa hat Rojava de yek bi yek Kobanê bibe gorawan. Em jî çidestê me bê emê bikin. Em bawarin dê di rojek kin de Kobanê azad û rizgar bibe. Em serê xwe li ber berxwedana şêrên xwe yên nemir ditevîn in.”
(kom/zt)

