Ji zaroka 8 salî kampanya tevkariyê ya bi wate
10:16
JINHA
RIHA – Zaroka binavê Çîgdem Arslan ji bo piştvaniya bi zarokê Kobanê re dest bi kamapanyayek ya tevkariyê kir û di çarçoveya kampanyayê de pereyên berhevkiriye ji bo zarokên Kobanê pêlav girtin û radestî Komisyona Alîkariyê ya Rojav kir.
Welatiyên Kobanê yên ji ber êrîşên çeteyên DAIŞ'ê ji cih û warê xwe neçar man koçî herêmê bike, kampanya tevkariyê ya ji aliye gelê herêmê ve hatiye dest pê kirin ji 7 salî heya 70 salî bê navber dewam dike. Kampanyek ya alîkariyê ya bi wate ji zaroka bi navê Çîgdem Arslan (8) hat. Çîgdem nêzî 15 rojan kampanya da dest pê kirin û alîkariya berhevkiriye radestî Komisyona Alîkariyê ya Rojava kir. Çîgdem anî ziman ku wê dîtiye di lingê zarokên Kobanê de pêlav tuneye û xwestiye alîkariyê bi zarokên Kobanê re bike.
'Ji bo zarokên Kobanê qûmbere çêkir û pere kom kir'
Çîgdem da zanîn ku di destpêkê de ji bo kampanyayê qûmbere peyda kiriye û dinava malên xizmên xwe de dest bi alîkariyê kiriye. Çîgdem qûmbareya xwe bi wêneyê filîmê kartonan xemilandiye. Çîgdem bilêv kir ku zarokên Kobanê ji ber şer û pevçûnan ji cih û warê xwe koçî herêmê kiriye û wiha got: " Min ji bo zarokê Kobanê pere kom kir. Min xwest ez ji bo wan pêlavan bigrim da ku lingê wan sar nebin. Bi vê boneyê min ji bira, xwişkên xwe û xizmên derdor pere kom kir radestî Komsiyona Alîkariyê ya Rojava kir."
'Ji bo zarokên Kobanê qûmbareya xwe dirêjî her kesê kir'
Bavê Çîgdem, Ahmet Arslan ji diyar kir ku dema ku keça min dît alîkarî ji bo gelê Kobanê tê belav kirin û di lingê zarokan de pêlav tuneye ket nava hewildanan û xwest ji bo zarokên Kobanê pêlav bigre. Ahmet dest nîşan kir ku 5 zarokê wan heye Çîgdem jî zaroka di malê de 3'emîne û wiha got: “Dema mêvan dihatin mala wan Çîgdem qûmbareya xwe dibir pêşberî wan digot ez alîkariyê ji bo zarokên Kobanê kom dikim. Ez ji bi van hewildanê keça xwe gelek keyfxweş im.”
(kom/zt)

