Li gundê Kader Ortakaya berxwedan didome

11:03

 


JINHA


RIHA  – Li gundê Miseynterê ya Kader Ortakaya li ber xwe dida, berxwedan didome. Jinên ku nobeta berxwedanê digirin diyar kirin ku ew ji bo mîrateya têkoşînê ya jinên berxwedêr xwedî derkevin hatine û anîn ziman ku li gund bi avakirina “Kursiya Azad” nîqaşên li ser dîroka jinan, hişmendiya zayendî xwedî li mîrateya berxwedanê ya jinan derdikevin.

Gundê Miseynterê ya ku wekî gundê Kader Ortaya li ber xwe daye tê zanîn ji bo piştgiriya şervanên YPG û YPJ’ê yên li Kobanê li ber xwe didin nobeta berxwedanê didome. Piştî ku di 6’ê mijdarê de Kader Ortaya dema xwest derbasî Kobanê bibe lê ji aliyê leşkerên tirk ve hate qetîlkirin jinan bangawazî kirin bûn ku hemû jin bibin Kader û biherikin sînor. Piştî bangawaziyê hatina jinan a li ser sînor jî didome. Piştî Kaderê li hemû kolanan gotin û posterên Kaderê hatine daliqandin. Nobedarên gund bernameya nobetê ya hefteyeke diyar kirine û bi vî rengî hewl didin ku berxwedana wan xurtir derbas bibe.

Li Kursiya Azad nîqaşên azad

Jina bi navê Yasemîn Turgut diyar kir ew weke nobedarêr berxwedêr ên li gund bi semîner, panel û xebatên çand û hunerê berxwedanê dewlemen û xurtir dikin û ji roja dest pêka berxwedanê heta niha li gund e. Yasemîn destnîşan kir ku ew her şev bi şêniyên gund ve Kursiya Azad ava dikin û panelan li dar dixin.Yasemîn bilêv kir ku ew li Kursiya Azad hin mijarên diyar dikin nîqaş dikin û wiha berdewam kir: “Dîroka jinan, dîroka cihanê, dîroka Rojhilata Navîn û hişmendiya zayendî nîqaş pêş dixin, dîsa polîtîkayên şer ên bi salan e bandorê li ser mirovan dikin nîqaş dikin. Piştî panelê em pirsên beşdaran digirin û li ser van pirsan cardin nîqaşan didin destpêkirin û i ser van pirsan jî nîqaş dikin. Li vir nobedarên kul i heman cihê li ber xwe didin û yên li deverên cuda hatine hene. Asta hişmendiya hemû kesan mîna hev nîn e. Ji ber vê yekê gelek tiştên em ji hev bigirin hene. Ev du meh in ez li vir im û gelek tiştên ez hîn bûm û tecrubeyên jiyanê min dît.”

‘Em ê li Kobanê xaniyan ji nû ve înşa bikin’

Yasemîn destnîşan kir ku berxwedana Kobanê bi pêşengiya Kobanê pêş dikeve ji ber vê yekê jî bi taybetî jin li xeta sînor di refên pêş de cih digirin. Yasemîn bal kişand li ser qetilkirina Kader Ortakaya û diyar kir ku pêkanîna qetlîamê li ser bedena jinê ne tesaduf e, bi qetilkirina Kader li dijî jinên li Kobanê li ber xwe didin êrîşek pêk hatiye. Yasemîn anî ziman ku piştî rizgarkirina Kobanê, dê biçe Kobanê û ji bo gel xebatên xwe bidomîne û wiha berdewam kir: “Piştî Kobanê rizgar bû, ez ê ji bo jinûve înşakirina malan alîkariyê bikim. Ez ê ji berxwedana xwe ya li vir paş ve gav neavêjim. Ez berxwedanê hemû jiyana xwe de esas bigirim û xebatên xwe bidomînim.”

Jina bi navê Îslîm Kaya jî diyar kir ku ew bi banga jinan ji Tarsusê hatiye xeta sînor û ji ber ku zivistan tê li Kobanê şert û mercên şervanên li ber xwe didin jî girantir dibe û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Di vê rewşê de min nedikarî li cihê xwe razêm. Zarokên li wir li ber xwe didin ji bo axa xwe li ber xwe didin. YPG û YPJ’ê ligel baran û heriyê li ber xwe didin. Ev sekna wan li hemû cihanê eleqeyeke mezin dît. Em bi vê berxwedanê pir serbilind in ji ber vê yekê jî em nikarin dest û lingên xwe girêdin û li ser vê mîrateyê rûnên. Divê hemû kes tiştên ji destên wan bê bikin. Hatina vê derê peywirek e. Werin vir û piştgiriyê bidin berxwedêran.” Îslîm di dawiya axaftina xwe de got ku ji Tarsusê ji bo xwedî li mîrateya berxwedanê ya Kaderê li gundê Miseynterê hatiye ser sînor.

(zt)