‘Piştî me bila kes bêbav nemîne’

11:09

 


JINHA


RIHA - Welatiyên Kobanê yên şahidiya şewitandina malên xwe dike, bavê 6 zarokan yê binavê Xelîl Temo ê di berxwedana li Kobanê li hemberî çeteyên DAIŞ'ê de jiyana xwe ji dest da, 6 zarok ên li kon de cih bûne dixwazin boyerên jiyane fêm bikin. Keça Xelîl Temo ya bi navê Guz (12) xwedî li tekoşina bavê xwe derdikeve, kurê wî Ahmet (2) ê ji bo bûyeran tu agahiya wî tune ye her roj heman pirsê ji dayika xwe di pirse.

Piştî êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên li ser Kantona Kobanê bi sedan welatî li ser cih û warê xwe koçî herêmê bûn, bi sedan zarok mane bê dayik û bav. Ji van ji 6 zarokên malbata Temo ne. Piştî mala wan ya li gundê Ebik hate xirab kirin, li Kantona Kobanê bi cih bûn û mal ji xwe re ava kirin. Piştî êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên li ser Kobanê mala wan ji aliyê çeteyên DAIŞ'ê ve hate wêran kirin. Di dema êrîşên çeteyên DAIŞ'ê de malbata şervanê YPG'ê Xelîl Temo, hevjîna wî û 6 zarokên wî hatin Pirsûsa Rihayê bi cih bûn. Şervanê YPG'ê Xelîl bi 5 hevalê xwe re li gundê Ebikê ket nava şer û pevçûnan de jiyana xwe ji dest da. Ji zarokên Xelîl ya herî mezin Guz (12) yê herî biçûk jî Ahmed (2) ye. Ahmed ê ku tu agahiyê wî ji bûyeran tuneye her roj pirsa bavê xwe ji dayika xwe dike.

'Ez çawan ji kurê xwe yê 2 salî re bêjim' 

Hevsera şervanê YPG'ê Necah Humeydî anî ziman ku ew hêj negihaye cenazeyê hevserê xwe û wiha got: "Çeteyên DAIŞ'ê mala sedan welatiyan xirab kir. Hevserê min û rêhevalên wî ji bo mirovahiyê jiyana xwe ji dest dan." Necah diyar kir ku hevserê wê di demên ciwaniya xwe de jî bi awayek çalak di nava kar û xebatan de cihê xwe digirt û wiha pêde çû: "Bi vê boneyê ew tu car neket pêşiya malê dinyayê. Herî dawî mala me li gund hate xirab kirin hikûmetê ji bo me mal çêkir lê belê çeteyên DAIŞ'ê mala me wêran kir." Necah bilêv kir ku ew niha bi 6 zarokên xwe re di konbajar de tenê maye û wiha berdewam kir: "Hevserê min û rêhevalê wî di têkoşina mirovahiyê de jiyana xwe ji dest da. Ez niha vê çawan ji kurê xwe yê 2 salî re bêjim 'bavê te şehîd ketiye' nehlet li wan bê yê ku ev bela li ser serê me rêkirî ne."

Di hişê keça Xelîl ya 12 salî Guz Xelîl de ji mala wan ya şewitî heye. Guz diyar kir ku ew gelek dixwaze vegere Kobanê ji bo mala wan ya şewitî nizane wê ji niha şonde li kijan cihî bimînin. Guz bilêv kir ku ez di ferqa ku bavê min di ji ber namûs û şerefa xaka me şehîd ketiye û wiha got: "Ez weke keça malê ya mezin niha em vegerin Kobanê em ê çawan bijin, em ê debara xwe çawan derbaz bikin, niha em di konan de gelek di cemidîn lê belê dema em vegerin li Kobanê em ê rastî çi werin nizanim. Wê Kobanê azad bibe lê belê em wê bêbav bimînin lê piştî me bila kes bêbav nemîne."

(zt)