Wesayîtên li ser sînor gelo bi bazariya leşker-DAIŞ'ê tên dizîn?
11:37
JINHA
RIHA - Leşker destûrê nadin ku welatiyên Kobanê bi wesayîtên xwe re sînor derbas bikin û ji neçarî wesayîtên xwe li nava sînor datînin. Lê belê dîmenên diziya wesayîtên Kobaniyan ên li herêma di bin berpirsyariya Qereqola Leşkerî ya Merdesimbêlê de ye, hatin kişandin. Kobaniyan îdia kirin ku fermandarê qereqolê bi çeteyan re li ser wesayîtan bazariyeke qirêj dike.
Kobaniyên ku piştî êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên li hemberî Kantona Kobanê neçar man gundên xwe biterikînin û bi wesayîtên xwe hatin herêma navberê ya li ser sînor, di serî de gundên Pirsûsê Zehwan, Boydê, Etmanek, Alîzêr, Swêdê û Merdesimbêlê li gelek noqteyan rastî astengiya leşkeran tên. Welatiyên ku hewl didin xwarinê ji Kobaniyên li ber wesayîtên xwe ne bibin, rastî êrîşa leşkeran tên. Leşker nahêlin xwarin jî ji Kobaniyan re biçe.
Li qada qereqolê wesayît tên dizîn
Bi taybetî Kobaniyên hatine gundê Kazika yê Kobanê yê li pêşberî Merdesimbêlê û li ber wesayîtên xwe ne, li dû êrîşên çeteyên DAIŞ'ê bi wesayîtên xwe ji herêma navberê derbasî ser xetê bûn. Kobaniyan wesayîtên xwe li qada parastinê ya leşkerên ser bi qereqola Mert Îsmaîl hiştin û wesayîtên li vir ji aliyê çeteyan ve hatin dizîn. Dîmenên dizîtiya çeteyan a li qada leşkerî, ji aliyê ajansa me ve hatibûn kişandin.
Gelo leşker û çete bazarê dikin?
Leşkerên heman qereqolê yên bi tenê li çeteyan temaşe dikin, niha jî dixwazin welatiyên li pêşberî gundê Alîşarê li ber wesayîtên xwe ne ji herêma navberê derbasî ser xetê bibin. Kobaniyên xwestin xwarinê ji mirovên xwe yên li ber wesayîtan bibin rastî êrîşa leşkeran ahtin û anîn ziman ku leşkeran bi kûçikan êrîşî wan kirine û nexwestine ew xwarinê bibin. Kobaniyan dan zanîn ku li gelek herêman mirov li ber wesayîtên xwe ne, lê leşkerên Qereqola Mert Îsmaîl pirsgirêkê derdixînin. Kobaniyan dan xuyakirin ku fermandarê qereqolê bi çeteyan re bazariyeke qirêj dikin û destnîşan kirin ku fermandarê leşkerî serê her wesayîteke tê dizîn ji çeteyan komîsyonê digire.
(zt)
