Li Îzmirê jinan "ji tûndiyê re gotin bese"
11:56
JINHA
ÎZMİR – Weke her derê li Îzmîrê jî jin bi armanca 25'ê Mijdarê Roja Piştevanî û Tekoşîna li Hember Tûndiya ser Jinan daketin kolanan û meşiyan. Di heman demê de jinan di meşa xwe de, bi belavokek xwediyê karxaneya ku tê de tacîza jinan dike teşhîr kir.
Pilatforma Jinên Îzmirê bi armanca 25'ê Mijdarê Roja Piştevanî û Tekoşîna li Hember Tundiya ser jinan meşek li darxistin. Meşê ji Alsancak Garı heya hîndekariya Sertayî ya Gaziyê berdewam kir. Jinan dema li ber kolana Azra Haz cihê ku jina tirans lê hatiye qetil kirin re derbasdibûn car caran rewestîn û bi dirûşmeyan deng dan. Endamên DOKH, Jinên Demokratîk yê nû, SKM, HDK, SDP'ê û bi sedan jin tevlî meşê bûn. Jinan bi panqarta "Li hember hovitiya DAIŞ'ê, desthilatdariya zilam, beramber qatilamên nefretê ya li ser jinan û şer em li berxwe didin" û wêneyên Arîn Mîrxan, Kader Ortakaya hatin hildan. Di meşê de dovîzên weke "Ciciyê min Tayyip, bê dengî nîne, jin heye", "Jin tên qetil kirin dewlet zilaman diparêze", "Ji tûndiyê re bese", "Jin şer naxweze", "Deng bide û şerê rewastîne", "Em Reyhanene û Arînin", "Ne mirin berxwedaniye Kaderê me" hatin hildan. Jinan bi çepik û tîlîliyan car caran bi raperîn qîriyan û bi dûrişmeya"Raperîn di fitreya jinde heye", "Tayyîp birev birev jin tên" û "Bijî piştevaniya jinan" hetin hildan. Di meşê de mijara bal kişandi ye, rengê mor yê li ser jinan, komên pîrabûkan û ji bo balê bikşînin ser komkûjiya jinên karker baret hatibûn li xwekirin. Di heman demê de jinên li Îzmrê di meşa xwe de, bi belavokek xwediyê karxaneya ku tê de tacîza jinan dike teşhîr kir.
Piştî meşê daxûyanî bi zimanê Kurdî û Tirkî hat xwendin. Daxûyaniya Kurdî Umît Fatma Firat ya Tirkî jî Melîsa Kokçek xwend. Di daxûyaniyê de banga piştevaniya jinan û li hember şer rewastandinê hat kirin. "Li Îranê ji ber Reyhan tecevûzkarê xwe kûşt, hat îdam kirin, beramberî ku sazî jî hebûn Hanîme Aslan ji aliyê kurê xwe ve hat qetil kirin. Jinên ku ji tûndiya zilam û tûndiya zilamên dewletê hatine qetil kirin em ji bîrnakin. Li welat û li hemû herêman ji bo em jî tûndiya ser jinan şermezar bikin û bêjin bese, em 25'ê Mijdarê daketin kolanan. Banga me ji bo hemû jinan ku tevlî tekoşînê bibin."
(rt/zt)

