Bi hezaran kes tevlî zincîra mirovahî bû û berê xwe da Kobanê

14:16

JINHA


RIHA - Gundên Mîsyanter û Mehserê  bi çalakiyên xwe bûne parçeyek ji berxwedanê. Îro jî li her du gundan bi hezaran kes tevlî zincîrê mirovahiyê bûn û li hember berxwedana Kobanê bejna xwe tawandin.


Li gundê Mîsyanter û Mehserê bi armanca piştevaniya berxwedana Kobanê bi hezaran kes hatin bahev. Bi hezaran kes bi çêkirina zîncira mirovahiyê berxwedana dîroki ya Kobanê silav kirin. Ji bo 25'ê Mijdarê Roja Piştevanî û Tekoşîna Navnetewî ya ji bo Tûndiya ser Jinan li gondê Mehserê bi hezaran jinan dest dan hev û zincîra mirovahiyê avakirin û bi dûrişmeya "Bijî berxwedana YPJ û YPG'ê"qîr kirin û bi dengê xwe piştgirî dan berxwedana li Kobanê. Bi hezaran welatî kû piraniya wan ji jinan pêk tê, bejna xwe li hember berxwedan Kobanê û Şervanan tawandin û rêzên xwe diyar kirin.


Jinên ku bi armanca 25'ê Mijdarê hatibûn û tevlî çalakiyên nobetê bûn. Li gundê Mehserê piştî çalakiya zincîra mirovahiyê, li beramberê hewayê nebaş jî wan diyar kirin ku wê li wir bimînin û tevlî meşa şevê jî bibin.


(rt/zt)