AFAD'ê bi piştgiriya leşkeran 3 malbat avêtin kolanê
14:21
JINHA
RIHA - Li navçeya Pirsûsê leşkeran 11 kesên di nav de zarok jî hene û li wargeha AFAD'ê dimînin avêtin derve. Malbatên 3 rojin li kolanê mayîn xwe spartin dikana xirabûyî ya 70 welatiyên ji Kobanê hatin lê dimînin. Malbatan got, "Ji ber ji partiyê bûn ew ji wargehê derxistin."
Pirsgirêkên welatiyên Kobanê yên li konên ji aliyê AFAD'ê ve li Pirsûsê hatin avakirin de dimînin berdewam dikin û welatiyên pirsgirêkan tînin ziman jî ji konbajar tên derxistin. Welatiyê bi navê Lokman Zeko yê ku nêzî 2 mehan li wargehê dimîne diyar kir ku ew bi hinceta "Alîkariya partiyê dikin. Ji Kobanê re mirovan dişînin" bi malbatê re şevekê ji wargehê derxistin.
Welatiyên Kobanê yên ji ber êrîşên çeteyên DAIŞ'ê neçar mayîn cih û warên xwe terkirin li Wargeha AFAD'ê ya girêdayî Serokwezîrê hatin bicihkirin. Rayedarên wargehê di nava zivistanê de bi hinceta "partiyî ne" 3 malbatên ji 11 kesan pêk tên ji wargehê derxistin û avêtin nava kolanê. Malbatên piranî ji zarok û kesên pîr pêktên di rojên ewil ên hatin Pirsûsê di baxçeyê YÎBO'yê de bi hefteyan bi beteniyekê manbûn. Pişt re ji wir hatin girtin û biribûn konbajarê AFAD'ê.
Leşkeran derxistin
3 malbatên li konbajarê AFAD'ê diman 3 roj berê ji aliyê leşkeran ve bêlêpirsîn hatin derxistin. 3 malbatên ji 11 kesan pêk tên pişt re xwe startin dikinên li nêzî Kaplan Petrolê ya li taxa Alîgorê. Di dikanên xirab û derî û paçeyên wan tuneyî de 24 malbat dijîn. Di dikanên ava û ceyrana wan tuneyî de bi malbatên berê re lê cih bûn bi giştî 70 kes dimînin.
'Di mijara hewcehiyan de ez bi israr bûm'
Ji welatiyên ji wargehê hatin derxistin Lokman Zeko diyar kir ku rayedarên wargehê bi hinceta "Ji Kobanê re mirov şandin û kesên li wargehê li hemberî wan sor kirin" nîva şevê bi serdagirtina kon de ji wargehê derxistin. Lokman, anî ziman ku ji ber tirkî dizanîn di navbera welatiyê li wargehê rayedarên wargehê de têkîlî pêk tîna û peywira hewcehiyên wargehê rabigihîne hilgirtibû. Lokman da zanîn ku ji bo daxwazan bi israr bû ji ber vê yekê ji wargehê derxistin.
'Leşkeran derxistin û beteniyek jî nedan'
Lokman, bilêv kir ku kêmasiya kê hebe qeyd kirin û ragihandin û hefteyek berê dema ji bo xwarin bixe ji kon derket ji aliyê xebatkarên wargehê ve pêşiya wî hate girtin û wiha axivî: "Leşkeran ez girtim û em hatin konê me. Birayê min û malbat wî jî gazîkirin. Em derxistin û tu tiştek jî nedan me.Zarokên biçûk hebûn û gotin 'Ev malê dewletê ye' û beteniyek jî nedan me. Bangî wesayîtê kirin û em li wesayîtê siwar kirin û şandin. Şevekê dema em bi ciwanan re li dora agir rûniştin sîxoran gotin 'Ev partiyîne û ji Kobanê re mirovan dişînin'"
(zt)

