Li Sînor 27'ê Mijdarê hat pîroz kirin

15:25

JINHA


RIHA - Dayîkên Aşîtiyê ku bi armanca piştevaniya berxwedana Kobanê li xeta sînora Kobanê û Pîrsûsê dimînin 27'ê Mijdarê roja damezrandina PKK'ê pîroz kirin.


Dayîkên Aşîtiyê ku ji Batman, Şirnex, Dîlok û Stenbolê hatibûn xeta sînor û tevlî çalakiyên piştevaniya berxwedana Kobanê bibûn. Li gondê Mehserê bi  daxûyaniyek çapameniyê 27'ê Mijdarê roja salvegera damezrandina PKK'ê ya 36'emîn pîroz kirin. Di daxûyaniya ku li meydana gondê Mehserê pêkhatî de panqartên weke "Berxwedana bi rûmet ya Dayikên Aşîtiyê wê aşitiya Rojhilata navîn bi xwere bîne" hildan û bi dûrişmeya "Şehîd namirin", "Jin jiyan azadî" û "Bijî Serok APO" hatin bilind kirin.


'Aştî bi azadbûna Abdullah Ocalan wê pêkwere!’


Li ser navê Dayîkên Aştiyê  Meyaser Akdag axifî û diyar kir ku di 27'a Mijdarê sala 1978'an de li gundê Fîsê yê girêdayî navçeya Lîcêya Amedê damezrandina xwe îlan kiribû. Salvegera damezrandina PKK'ê pîroz dikir û wesfa "Rûmeta mirovahiyê û berxwedana hebûnêye" da û berxwedana Kobanê silav kirin. Dayîka Meyaser axaftina xwe wiha berdewam kir: "Ji bo azadiya vê axê pir berdêl hatin dayîn, ev gel û em jî heya dilopa xwîna xwe ya dawî emê vê tekoşîna bi rûmet bidomînin. Hemû xûnmêj û êrîşkarên dixwazin axa me dagir bikin em wan lanet dikin." Meyaser anî ziman ku ji bo aşîtiyek mayînde pêk were, pêwîstî bi azadbûna Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan heye.


(rt/zt)