Ji Seydayê li Îsveçê dijî alîkariya bi wate ji bo Kobaniyan

16:59

 


JINHA


RIHA -Seyda Ramazan Dogan ku ji Nuseybînê ye û li Îsveçê dijî ji bo Kobaniyên ku ji ber şer hatine Pîrsûsê bi cîhbûne  50'î hezar Kron şand.


Ji bo Kobaniyên ku ji ber şer neçar mane cih û warê xwe terk bikin û li Pîrsûsê di konbajaran de bi cîhbûne û tekoşîna jiyana zehmet didin, bi alîkarî û piştevaniyên dildarî tên pêşwaz kirin. Seyda Ramazan Dogan ku ji Nuseybînê ye û li Îsveçê dijî, ji bo Kobaniyan 50'î hezar Kron radestî Komeleya Piştevaniya Rojava kir. Ramazan Dogan diyar kir ku, pêwîste rûyê çeteyan yê ku di bin navê Mûslimantiyê de êrîşê Kurdan dike baş bizane û Ramazan got: "Pêwîste herkes piştevaniyê bide.Tenê piştevani jî têr nake, herkes çi ji destê wan tê pêwîste bike."


Faruk Tatli li ser navê komeleyê 50'î hezar Krona ji Ramazan teslîm girt û sipasiya xwe  ji bo hesasiyeta Ramazan diyar kir û da zanîn ku pêwîste herkes ji vê yekê mînak bigre.


(rt/zt)