Di Futbol ê de çandek nû: Hevkaptanî

09:48

Dilan Karamanoglu/ JINHA


STENBOL – Li himberî futbola endustiryel Karşi Lig din ava taximan de lîstina jinan weke neçariyekê dibînin û di ‘hevkaptanî’ avakirin. Damezrênerê Karşi Lig ê Selin Gorkem diyar kir ku ew di sahên ftbolê de cîhgirtina jinan giring dibînin û got: “Em tenê futbolê na lîzin. Em alîbûn û bersiva gotinan dayînê bingeh digirin û emê vê bi hev re bikin.”


Li hemberî futbola endustiryel futbola Karşi Lig hatiye avakirin û dê êdî jin din ava futbolê de cîh bigirin. Dê Futbola Karşi Lig bersivê bide hişmendiya ku tenê “Futbol ê weke karê mêran” dizanin. Dê êdî di sahayên futbolê de ‘hevkaptan’ hebin. Weke jin beşdarkirina sahên futbolê dê di heman demê de Lig koteya jinan jî diyar bike.


‘Karşi Lig herêmek cuda ya baweriyê avadikiye’


Selin Gorkem balkişande ser damezrandina Karşi Lig û wiha got: “Piştî berxwedana Geziyê em li gel sendîka, komên aktîvîstan hatin bahev û me li ser hinek mijarên wiha nîqaş kirin. Em li ser mijarên weke em dikarin di kîjan aliyan de baweriya xwe nîşan bidin. Di wan nîqaşan de futbol hat ramanê me.”


‘Em dixwazin hînbûyînên heyî biguherîn’


Selin anî ziman ku ew dixwazin hînbûyînên heya niha weke qaliban hatî biguherin û wiha domand: “Guherîna hînbûyînên heyî û tuştên nû xistina meryetê gelek zore. Dema ku her du zayend bi hev re bilîzin dê çandek nû bê pêşxistin. Em dixwazin karek wiha berdewam bikin. Heger jinên dixwazin bilîzin hebin dikarin bi rêya Facebook ê xwe bigihînin me. Dibe k udi dema pêş de em taximên jinan jî ava bikin.”


(zt)