Lînda ya cezayirî: Kobanê welatê min ê duyemîn e
10:08
JINHA
KOBANÊ - Welatiya Cezayirê Lînda Elî Şelebî Kobanê wekî welatê xwe yê duyemîn dibîne û wiha got: "Ez li Kobanê me û natirsim. Ez vê yekê dizanim; YPG û YPJ dê me biparêzin. Baweriya min bi wan heye. Ez zanim ew ê bi ser bikevin. Ji ber ku ew mafdar in. Ez ji DAIŞ'ê re vê dibêjim; We navê îslamê girtiye lê îslam serê mirovan jê nake. Hûn ne misilman in, hûn çete ne."
Lînda Elî Şelebî welatiya Cezayîrê ye û ereb e. Hevjînê wê jî kurdekî ji Kobanê ye. Lînda, hevjînê xwe li Cezayîrê naskiriye û li wir bi hev re zewicîne. Piştî 6 sal li Cezayirê man vegeriyan Koabnê û ev 7 sal in li Kobanê ne. Di dema ku çeteyên DAIŞ'ê êrîşî Kobanê kirin Lînda demek kurt Kobanê terk kir û dawiyê dîsa vegeriya Kobanê. Niha di destê wê de çek li aliyekî kuçeyên Kobanê diparêze û li aliyê din jî ji bo şervanên YPG/YPJ'ê yên birîndar xwarinê çêdike. Lînda dibêje ku Kobanê welatê wê yê duyemîn e. Lînda çîroka tevlîbûna xwe ya di berxwedanê de ji rojnameger Ersîn Çaksu û Îbrahîm Aslan re vegot.
'Mal, mulk û welatê min Kobanê ye'
Lînda wextê roja ewilî hat Kobanê gelek zehmetî kişanidye û derbarê tiştên jiyaye de ev tişt anî ziman: "Wextê ez nû hatim min gelekî xehmetî kişand. Bi taybetî jî di aliyê ziman de min zehmetî kişand. Piştî ez hînî kurdî bûm bi sedan hevalên min çêbûn. Bi vê yekê derfeta ku ez kurdan û çanda wan nas bikim min dît. Tu caran min li wir xwe li xerîbiyê hîs nekir. Êdî mal, mulk û welatê min Kobanê ye. Piştî êrîşên çeteyên DAIŞ'ê dest pê kir hevjînê min xwest ku ez ji Kobanê derkevim. Lê belê destê min dest ji Kobanê berneda. Min tu cudahî di navbera Kobanê û Cezayirê de nedît. Ez li Kobanê tu caran jiyana xerîbiyê jiyam."
'Bi saya vê berxwedanê bi ser bikevin'
Lînda da zanîn ku wwextê ku êrîş dest pê kir wê welatiyên ku mal û mulkên xwe hiştin û koçber bûn dîtiye û wiha pêde çû: "Ji destê min tu tiştek nedihat û wekî YPJ'ê min çek hilnegirt û li ber xwe nedida. Ev cara ewiliye ku min şer dîtiye. Berê jî min li Cezayîrê şer dîtibû. Bi rastî gelê kurd gelê berxxwedêr e. Bi saya vê berxwedanê bi ser bikevin."
Jin hatine merhaleya mafên xwe bi dest bixin
Lînda got ku ew Kobanê wekî welatê xwe yê duyemîn dibîne û wiha berdewam kir: "Ez li Kobanê me û natirsim. Ez vê yekê dizanim; YPG û YPJ dê me biparêzin. Baweriya min bi wan heye. Ez zanim ew ê bi ser bikevin. Ji ber ku ew mafdar in. Ez ji DAIŞ'ê re vê dibêjim; We navê îslamê girtiye lê îslam serê mirovan jê nake. Hûn ne misilman in, hûn çete ne." Lînda bang li hemÛ kesî kir ku xwedî li berxwedana Kobanê derkevin û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Hemû kesên demıkrat û alîgirên biratiyê ne divê xwedî li Kobanê derkevin. Ez ji bo jinan dibêjim ku êdî jin pêşketine û hatine merhaleya mafên xwe bi dest bixin. Werin vir û dikarin ji bo hemû jinên cîhanê li vir têbikoşin."
(zt)

