Welatiyên Reqqa û Til Ebyadê banga rizgarkirinê li YPG/YPJ'ê û AAS'ê kir
10:52
JINHA
RIHA - Çeteyên DAIŞ'ê yên navê xwe bi kuştina zarokan, jinan, mêran û komkujiyan da naskirin, li cih û bajarê kontrolkiriye de tirs û xof digere. Li Reqqa û Til Ebyad'ê jiyan tuneye welatiyan diyar kirin ku li gelek bajaran "kuştin û tirs" digere û bang li şervanên YPG/YPJ'ê û Artêşa Azad a Sûriyeyê (AAS) kirin ku çeteyan ji bajarên wan paqij bikin.
Çeteyên DAIŞ'ê yê navê xwe bi kontrol kirina Şengal, Mûsil û Kobanê da xuyakirin, hate zanîn pêkanînê li bajarên bi kontrol kiriye de weke qedexekirin, serjêkirin û destdirêjiya li ser jinan jiyanê wekî neyê jiyankirin. Di wexta êrîşên li Kantona Kobanê de cihê weke baregeha xwe bi kartanîn Cerablu, Girê Spî û Reqqa ji bo xofê bixe nava gel serê welatiyan jê dike, kesên çixare vedixwe û yê di firoşe tiliyên wan yê nêvê jê dike. Dîsa çeteyên DAIŞ'ê li gelek navendan çûyîna berber û rih jêkirin qedexe kir, jin pêwiste hemû laşê xwe binixême û bi hevserê xwe yanî bav û birayê xwe re derkeve ji derve. Welatiyên li beranberî Girê Spî li navçeya Kaniya Xezalan a Rihayê dijin diyar kirin ku jiyana wan dibin xetereyê de ye.
'Bajarê kuştin û tirsê'
Yek ji navenda çeteyên DAIŞ'ê bajarê Sûriyeyê Reqqa ye. Xwendekarekî ereb e ji bajarê Reqqayê hatiye li herêmê bicih bûye diyar kir ku nîvê bajar ji ber tirs û xofa çeteyên DAIŞ'ê bajar terikandiye. Xwendekar bilêv kir ku bajar bûye "bajarê kuştin û tirsê" û ev tişt gotin: "Îsyana li hemberî Esad ji bo maf û demokrasiyê bû. Niha li bajar her tişt qedexe ye, li taxan geran, por jêkirin. Pêwîste welatî biçin mizgeftê îbadetê bikin di derketinê de jî li ber derî tên rawestan din bîat were kirin. Welatiyên bibêje 'Ji xwe ez diçim ji bo Xweda bîat dikim' bi sûcê 'Tekfîr' qetil dikin. Her tiştên ew dixwazin pêwîst e bê îtiraz bipejirînî. Ligel vê disan balefirên rejîm û koalîsyon dem dem bombe dike. Rojek berî niha balefirên rejîmê avahiya hikûmetê û nexweşxaneya çeteyên DAIŞ'ê bombe kirin. Nêzî 160 çete û 207 kes mirin. Bajarê me bûye weke dojehê." Gele cihên pîroz ji aliyê çeteyên DAIŞ'ê ve li bajar cihê mamosteyan û turbe û turbeya Qeranî bi bomebeyan hatin teqandin.
Ji bo YPG/YPJ'ê û AAS'ê banga rizgarkirinê
Welatiyê ji Kaniya Xezalan ê binavê Remzî Unlu diyar kir ku êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên li ser Kantona Kobanê hêza xwe winda kiriye û li cihê dibin kontrola wan de ye zilmê dikin. Remzî anî ziman ku ereb, kurd û tirkên li Kaniya Xezalan ne dixwazin ji çeteyên DAIŞ'ê xelas bibin û wiha got: " Çeteyên DAIŞ'ê gefê li welatiyan dixwe dibêje kesê ne ji me ne misilman e. Tenê daxwaza me ew e ku Kobanê ji bo çeteyan bibe goristan. Em ban li şervanên YPG/YPJ'ê û AAS'ê dikin ku werin çeteyên DAIŞ'ê ji Til Ebyadê paqij bikin."
(zt)

