Li herdu aliyên sînor şoreşa jinan

11:38

 


JINHA


RIHA - Meclîsên jinan ên li Kantona Kobanê hatin avakirin, li wargehên ji konan ên li Pirsûsê ku neçar man koç bikin, xebatên xwe bi heman rengî dimeşînin. Jinên ku li Kobanê beriya êrîşan bi meclîsên xwe yên li qadên perwerde, asayîş, çand, tenduristî, civakî û siyasî de xebatên xwe dimeşandin vê carê heman karî li wargehên ji konan dikin.

Meclîsên jinan ên li dû ragihandina Kantona Kobanê hatin avakirin, rola xwe ya pêşengiyê ku bi şîara "Şoreşa Rojava Şoreşa Jinan e" di jiyanê de hilgirtin ser milê xwe, li Pirsûsê jî dewam dikin. Jinên ciwan ên kobanî yên piştî êrîşa çeteyên DAIŞ'ê neçar man koç bikin, heman sîstema xwe li Pirsûsê dewam dikin. Li 5 wargehên ji konan ên welatiyên Kobanê lê dimînin, jinên ciwan meclîsên jinan ava kirin û wezîfeyên xwe yên li Kobanê bi heman rengî bi cih tînin. Jinên ciwan dan xuyakirin ku ew bi meclîsên li qadên asayîş, perwerde, tenduristî, ciwan, civakî û siyasî dixebitin û her çend neçarî koçberiyê mabin jî heman sîstema xwe hewl didin li wargehên ji konan bidomînin.

'Di navber jin û mêr de cudahî tune ye'

Sevsen Elî ya 18 salî ku piştî Şoreşa Rojava li Kobanê di xebatên perwerdeya ziman û tenduristiya zarokan a li gundan de cih digirt, li wargeha ji konan jî ji xwarin û asayîşê berpirsyar e. Sevsen bibîr xist ku li Kobanê berxwedêrên YPJ'ê mîna yên YPG'ê şer dikin û got, "Di navbera jin û mêr de ti cudahî tune ye. Jin jî têdikoşin, şoreşê pêk tînin. YPJ mînaka herî li ber çavan a vê yekê ye. Em hewl didin ruhê berxwedêr ê li wir li vir jî bidin jiyîn." Sevsen anî ziman ku ew berî mehekê ji Kobanê derketine û hewl didin sîstema xwe ya li Kobanê li Pirsûsê jî dewam bikin û got, "Divê em ji bîr nekin, jin jiyan bi xwe ye."

Jinên polîtîkayên tên ferzkirin qebûl nakin

Arîn Kobanê (18) jî diyar kir ku wê li Kobanê hem perwerde didît hem jî di xebatên asayîşê û siyasî de cih digirt û anî ziman ku li wargeha ji konan jî ew heman wezîfeyê bicih tîne. Arîn destnîşan kir ku jinên kurd bi berxwedaneke destanî bersiv dane fetwayên çeteyan li hemberî wan derxistine û got, "Em zilma wan lanet dikin. Me tu carî polîtîkayên wan ên paşverû qebûl nekirin, em ê qebûl nekin jî. Li wir YPJ li ber xwe dide, em jî li vir sîstema xwe dewam dikin."

Di şer de jî di aştiyê de jî...

Narîn Elî (23) ragihand ku ew li Kobanê di xebatên perwerdeya ziman de bû û niha li wargeha ji konan a Rojava di qada tenduristiyê de dixebite. Narîn da zanîn ku jin li Kobanê bi awayekî wekhev di şer de jî di aştiyê de jî mînaka jiyaneke hevpar nîşan didin û destnîşan kir ku jin bingeha jiyanê ye.

Meyra Mûstafa ya 16 salî ku li Kobanê di xebatên çandê yên ciwanan de cih digirt, bal kişand ser şoreşa jinê ya li Kobanê, li gelemperiya Rojava û got, "Eger pêwîstî pê hebe, mîna YPJ'ê ez dikarim hemû jinan biparêzim. Jin dikare di her nuqteya jiyanê de cih bigire."

Jinên ciwan ên kobanî dan xuyakirin ku piştî Kobanê ji çeteyan hat paqijkirin ew ê vegerin Kobanê û şoreşa jinê û têkoşîna xwe bi xurtir bimeşînin.


(zt)