Li sînor zincîra mirovan

11:41

JINHA


RIHA – Li gundên Mehser û Miseynterê yên nobeta berxwedanê didome bi zincîra mirovan berxwedana Kobanê û 36’emîn salvegera damezirandina PKK’ê hate silavkirin.

Li Kobanê berxwedana YPG û YPJ’ê ya li dijî êrîşên çeteyên DAIŞ’ê di roja 73’yemîn de ye, li sînor jî çalakiyên berxwedanê didome. Li gundê Mehser û Miseynterê yên nobeta berxwedanê didome bi çalakiya zincîra mirovan berxwedana Kobanê û 36’emîn salvegera damezirandina PKK’ê hate silavkirin. 

Li gundê Mehserê bi sedan kesên ku di zincîra mirovan de hatin cem hev berê xwe zivirandin Kobanê. Ji bo kesên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane rêz hati girtin û bi dirûşmên “Bijî berxwedana YPG û YPJ’ê” “Bijî berxwedana Kobanê” berxwedana dîrokî hate silavkirin û bi dirûşmên “Bijî Serok Apo” “Bijî PKK” jî 36’emîn salvegera damezirandina PKK’ê hate silavkirin. 

(zt)