Bi goga ji ka û kîsikê çêkirinê bi futbolê dilîzin

11:59

JINHA


RIHA - Zarokên neçar mane ji Kobanê koç bikin ên xwişk û kekên wan ji bo xaka xwe şer dikin, bi goga ji ka û kîsik, li ser sînor bi futbolê dilîzin. Li gel şer, êş û xizaniyê jî zarokên li ser sînor hewl didin zarokatiya xwe bijîn.

Ev 73 roj in Kobanê ji bo pêşeroja mirovahiyê li ber xwe dide. Bi deh hezaran zarokên derbasî vî aliyê sînor bûne jî, li hêviya roja serketina vê berxwedana lehengî ne. Zarokên neçar man mala xwe, kolana xwe ya lê dilîst biterikînin, li cem xizmên xwe yên li ser sînor, tevî her tiştî jî hewl didin zarokatiya xwe bijîn. Komek ji van zarokan ku goka wan nîne, li gundê Dewşenê ka dixin nava kîsekî û bi vê goga ji xwe re çêkirine re bi pîxwasî bi futbolê dilîzin. Ev lîstika zarokan, ji berxwedêrên li ser sînor nobedê digirin, bû îlham.

Jinên li ser sînor nobedê digirin û zarokên Kobanê, du tîm avakirin û bi goga ji kîs û ka maça futbolê lîstin. Navê yek ji tîman Pirsûs ê din jî Kobanê ye. Zarokên ku ji neçarî rûyê herî hovane yê şer dîtin, bi derfetên xwe re gog çêkirin û sebra xwe bi vê lîstikê anîn. Maç bi encama 2-0 bi serketina tîma Kobanê bi dawî bû.

(zt)