'Keça min li Kobanê ez li sînor di berxwedanê de me'
12:08
JINHA
RIHA - Şervanên YPJ'ê 73 roj in li Kobanê li hemberî çeteyên DAIŞ'ê têkoşîn û berxwedaneke bêhempa li dar dixin û dayikên şervanên YPJ'ê jî li sînorê Pirsûs û Kobanê hevpariya têkoşîna keçên xwe dikin. Jina bi navê Şehnaz Çoban ji bo hevpariya têkoşîna keça xwe ya di nava refên YPJ'ê de têkoşînê dike ji Stenbolê hate sînor û tevlî nobeta berxwedanê bû. Çoban wiha got: "Em li vir xwe weke YPJ'iyan dibînin."
Jinên li heberî êrîşên çeteyên DAIŞ'ê têkoşinek bêhempa didin meşandin li aliyê din çavên dayikên şervanên YPJ'ê yên li ser sînor li Kobanê ye. Dayikên li bajarên Tirkiyê û bakûrê Kurdistanê hatin tevlî çalakiya nobetê bûn. Yek ji dayika li ser sînor di berxwedanê de ye dayika Şehnaz Çoban (50) ji Stenbolê hatiye tevlî berxwedanê bûye. Şehnaz bilêv kir ku ew ji bo piştevaniya keça xwe ya li Kobanê têdikoşe dike.
Piştî gund hatin xirabkirin bi zarokên xwe re koçî stenbolê kir
Şehnaz anî ziman ku di sala 1994'an de ji gundê Şirişaz yê navçeya Tatvana Bitlîsê koçî Stenbolê kirin. Şehnaz bilêv kir ku wan ji ber polîtîkayên qirêj yên hikûmetê û zextên li ser malbatê ketin ser rêya koçberiyê birayê dayika Şehnaz, Halef Çoban û biraziyê wê Ahmet û Mehmet Rauf Çoban tevlî nav refên PKK'ê bûn.
10 salan di înşeatan de xebitim zarokên xwe mezin kirin
Şehnaz bi zarokên xwe re li Başakşehira Stenbûlê bi cih bû, hevjînê dayika Şehnaz dema ku ji înşeatê dikev û birindar dibe dayika Şehnaz li şûna hevjînê xwe dest bi karê înşeatan dike. Dayika Şahnaz 10 salan di karê înşeatê de xebitî li aliyekê temaşeyî zarokê xwe û hevjînê xwe dikir li aliyê din xebatên siyasetê dikir. Dayika Şehnaz niha di rêveberiya DBP'ê ya navçeya Başakşehirê de cih digre.
'Keç min xatir ji min xwest û çû'
Şehnaz diyar kir ku piştî keça wê tevlî berxwedanê bû ew ji bi boneya piştevaniyê hate ser sînor tevlî berxwedanê bû. Şehanz anî ziman ku keça min li Kobanê ez li vir di berxwedanê de em. Şehnaz balkişand li ser axaftinê keça xwe yê ji ber ya tevlî berxwedanê bibe û wiha got: "Dema ku em çûn sersaxiya birayê min, keça min roja piştî wê xalê xwe yê şehîd di xwna xwe de dît. Xalê min Halef destê min girt û got were Suzan. Piştî wê rojê keça min ji bo min got 'Hevala Şehnaz ez diçim xatirê te' û çû tevlî berxwedanê bû."
'Em her yek xwe weke YPJ'iyekê dibinin'
Şehnaz diyar kir ku ew bi berxwedana keça xwe serbilinde û ev tişt anîn ziman: " Hemû şervanên YPJ'ê yên li Kobanê li berxwedidin keçên minin. Bi vê boneyê ez hati vir. Em her yek xwe weke YPJ'iyekê dibînin. Berxwedana keça xwe ez li ser sînor dewam dikim."
(zt)

