Ji bo Kobaniyan banga seferberiyê

12:58

 


JINHA


RIHA - Bi hezaran welatiyên Kobanê yên ji ber êrîşên çeteyên DAIŞ'ê ji cih û warên xwe koçberbûyîn li Pirsûsê bi piştevaniya welatiyan têkoşîna jiyanê didin. Bi hatina zivistanê hewcehî bi sobeyên ceyranê, kincên zivistanê û zexîreyên ji bo zarok û jinên ducanî heye.

Ji 192 hezar welatiyên Kobanê yên ji ber êrîşên çeteyên DAIŞ'ê ji cih û warên xwe terkirin hatin Pirsûsê jê 46 hezar welatî li naveda navçeyê bi piştgiriya welatiyan têkoşîna jiyanê didin. Ligel gotinên rayedarên hikûmetê yên "Me hembêza xwe ji Kobaniyan re vekir" lê tenê 6 hezar Kobanê li konbajarê AFAD'ê dimînin. Bi hatina zivistanê herî zêde hewcehî bi sobeyên ceyranê, kincên zivistanê û zexîreyên zarok û jinên ducanî heye. Parlementerê HDP'ê Îbrahîm Ayhan, Berdevka Karên Bîlgî yê Komeleya Piştgirî û Alîkariya Rojava Işil Su Erdogan û Endamê Komîsyona Tendûrîstî yê Koordînasyona Qrîzê yê Kobanê Dr. Ethem Şahîn rewşa dawî nirxandin. 

'Hewcehî bi dildaran heye'

Berdevka Karên Bîlgî yê Komeleya Piştgirî û Alîkariya Rojava Işil Su Erdogan diyar kir ku li bonbajaran bi lezgînî hewcehiyî bi zexîreyên zarok û jinên ducanî heye û wiha got: "Berî her tiştî hewcehiya me bi dildarên li konbajaran bixebitin heye. Ji ber ku kesên dildar ên li vir dixebitin demek dirêjin li vir in ji ber ku tu kesê cihê wan bigire tuneye bernadin. Divê kesên ji tesîsata ceyranê fêm dikin bên konbajaran. Niha li gelek konbajarên me ceyran tuneye. Dîsa hewcehî bi sunger, beteniye, doşek, mînder û tiştên din ên wisa heye. Dîsa hewcehî bi tupên şewatê heye. Ji zarokên nû xwedî didin re dergûş pêvîst in. Em niha li per projeya mutfaxa mama ya bebek dixebitin. Hewcehî bi zexîreyên ji bo zarok û jinên ducanî hene. Divê demildest sobeyên welatiyan gerim bikin bên peydakirin."

'Şertên zivistanê giran dibin'

Xebatkarê Koordînasyona Tendûrîştiyê Dr. Ethem Şahîn jî diyar kir ku ewlatiyên Kobanê ji ber şertên zivistanê li hemberî pirsgirêkên tendûrîstiyê re rû bi rû mane û pirsgirêkên li 3 konbajaran tesbîtkirin wiha vegotin: "Li konbajarên me 3 pirsgirêkên sereke hene. Xwedîbûn, starbûn û xizmeta tendûrîstiyê. Em di xizmeta polîklînîkê de pirsgirêkên cidî dijîn. Şertên tendûrîstiyê bi hatina zivistanê gelek zor bûn. Ji ber ku pirsgirêka ceyranê heye. Ji bo çareseriya pirsgirêka ceyranê xebat hene lê hêj pirsgirêk nehatiye çareserkirin.Ji ber ava vexwarinê tuneye nexweşî pêk tên. Di nava zivistanê de bûyerên dîzventerî tên dîtin. Ji ber vê yekê pêdîvî bi serşo û destşoyan heye. Niha pirsgirêkên cidî yê derziyê hene. Hêz xizmeta tendûrîstiyê neçûye gundan. Divê li ser 3 mijarên bingehîn rêxistînbûyîn bi lezgînî bê kirin. Divê aşî pêk bên, divê zexîreyên xwedîbûnê bên bicihanîn. Ji ber kêmasiya zexîreyan nexweşî pêş dikevin. Ji ber vê yekê divê ji zarokan re mama bê û bi wê bê xwedîkirin."

'Divê nexweşxane bê înşakirin'

Ethem, anî ziman ku divê bi lezgînî ji bo Kobaniyan nexweşxane bê înşakirin û wiha axivî: "Heke ev mirov li gorî pergala tendûrîstiyê bên entegrekirin divê li nexweşxaneyên rêk û pêk bên kontrolkirin. Dîsa piraniya kesên ji Kobanê hatin nexweşên kronîk in. Dermanên wan ên berê li Kobanê bikaranîn hene. Niha dermanên wan tunene. Divê ev nexweş bi lezgînî li nexweşxaneyan pirsgirêkên wan bên çareserkirin. Nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê nexweşeyeke 20 hezar kesan e. Niha ji nexweşxaneyê re 200 hezar kes diçe. Welatiyên Kobanê dermanên xwe sedî 20 TL. digirin. Divê ev pirsgirêk jî ji holê bê rakirin."

'Divê seferberî berdewam bike'

Parlementerê HDP'ê Îbrahîm Ayhan jî diyar kir ku hewcehiyên welatiyan ji sedî 90 ji aliyê koordînasyonê ve tên dîtin û divê seferberiya welatiyan berdewam bike û wiha got: "Ji Kobanê ji ber êrîşên çeteyên DAIŞ'ê 180 hezar welatî hatin vir. Me hewcehiyên welatiyan bi koordînasyona ava kir bi cih anîn. Bi taybet şaredariyên me, rêxistinên sivîl ên civakî alîkarî kirin. Weke tê zanîn di rojên dawî de di alîkariyan de kêmbûnek heye. Tu alîkariya hikûmet û dewletê tuneye. Em bi gelek saziyên dewletê û hikûmetê re ketin nava têkiliyê lê tu daxwazên me yên alîkariyê bi cih neynan. Li vir konbajarê AFAD'ê yê 6 hezar kes lê dimînin heye ji bilî wê tu alîkariyên din tunene. Ji ber vê yekê divê gelê me bi rihê seferberiyê alîkariyên xwe bidomîne."

Îbrahîm, anî ziman ku gotinên hikûmetê yên "Welatiyên Kobanê mêvanên me ne" rastiyê nîşan nadin û hikûmet pêşiya alikariyan jî digire û wiha axivî: "Toleransa hikûmetê nîşanî penaberên Suriyeyê dayî nîşanî welatiyên ji Kobanê hatin Pirsûsê nade. Bi awayekî vekirî cudakariyê dike. Ev mirov ji ber şer hatin û divê hewcehiyên wan bên dîtin. Hikûmet dibêje, 'Em pêdiviyên mêvanên xwe bi cih tînin' lê rast nabêjin. Em du mehin li vir in em helwest û nêzîkahiya hikûmetê dibînin. Li pêşiya alikariyên tên astengên gelek mezin derdixin. Ji xwe van ji bo Kobanê bikev û wir bê mirov bikin ya ji destê wan hat kirin. Hêj jî têkiliya xwe bi çeteyên DAIŞ'ê re qût nekirine. Hêj alikariya wan dikin."

(zt)