Li hemberî êrîşan perwerdeya parastina rewa ya jinan
13:27
JINHA
MAXMÛR - Endama Meclîsa Jinan ya Îştarê Narînç Gonger diyar kir ku piştî êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên ser qampa penaberan ya Maxmûrê, wan giranî dane perwerdayên xwe yê parastina rewa û got: "Pêwîste em xwe û parastina xwe ya rewa bi awayek lezgîn pêşbixin."
Ji ber êrîş û şerên li heremê 12'e hezar mirov neçar man cih û warê xwe berdin û bi salane li qampa penaberan ya Mexmûrê dijîn. Berî vê bi demek wergeha Maxmûrê rastî êrîşê çeteyên DAIŞ'ê hatibû. Jiyana bi kedên pir zehmet hatibû avakirin ji ber êrîşê çeteyan neçar man cardin cih û warê xwe berdin, êşê penabertiyê ya herî zêde dayik û zarok dikşîne. Endama Meclîsa Jinan ya Îştar Narînç Gorger, diyar kir ku piştî êrîşa çeteyên DAIŞ'ê li ser wergeha Mexmûrê pir tişt hatine guhartin û bi van êrîşan re cardin ev mirov ketin ferqa penabertiya xwe.
'Li her semtek ya Maxmûrê Meclîsa Jinan heye'
Narînç da zanîn ku, qampa Maxmûr ji 4 semtan pêk tê û Meclîsa jinan ya Îştarê xebatê xwe yên rêxistinî bi awayek fermî û berwarî dide meşandin û got: "Jin di binya Meclîsa Îştar de, li taxan xwe bi rêxistin dike. Endamên Meclîsa Îştarê di heman demê de, di Meclîsa gel yê Şehît Rûstem Cudî de jî cîh digre."
'Pirsgirêkekî ku Meclîsa me nekarî çareser bike derneketî pêşberî me'
Narînç diyar kir ku, jin li vir xûdî xebatê Meclîsê derdikevin û xebatên encamên xort dide jinan û wiha domand: "Bê goman pirsgirêkê jinan heye lê belê di Meclîsa Jin ya Îştar de bi avakirina sazûmana mûneqeşeyan pirsgirêkan çareser dikin. Jinên tevlî xebatên Meclîsê dibin, berpirsiyartiya wan a di çareserkirina pirsgirêkên civakî de jî pêşdikeve. Armanc û hewildan ewe ku pirsgirêkê jin û zarokan kêmbibe, piranî pirsgirêkên civakî dertên ew jî ne di rojave Meclîsê de, bi awayek taybet li ser tê seknandin. Pirsgirêkekî ku Meclîsa me nekarî çareser bike derneketî pêşberî me heya niha."
'Piştî êrîşên çeteyên DAIŞ'ê me parastina xwe ya rewa pêşxist'
Narînç bal kişand ser xebatê Meclîsê û wiha axivî: "Di binya Meclîsa Jinan de me saziyên cûda sazkirî û xebatên vakifê jî didin meşandin." Narînç da zanîn ku di binya waqfê de,perwerde ji mamosteyan re tê dayîn. Di Akademiya Jin de jî, perwerdeya zanistiya jinan pêşxistin û di çarçoveya parastina rewa de perwerdeyên leşkerî tên dayîn. Piştî êrîşê çeteyên DAIŞ'ê ew giranî dane ser perwerdeyên parastina rewa û wiha berdewam kir: "Piştî êrîşên çeteyên DAIŞ'ê di pergalên xwe de me gûhartin çênekiriye. Lê belê me famkir ku pêwîste em bi awayek lezgîn xwe di hemû beşande bi rêxistin bikin. Em kerê xwe di dû beşan de didin meşandin."
'Emê qampa xwe heya dawiyê biparêzin'
Narînç bi van gotinan berdewam kir: "Em wek qampa Mexmûrê penaberbûn û em rastî êrîşê çeteyên DAIŞ'ê hatin. Di şert û mercên pir zehmet bi kedên pir mezin li vir me jiyan avakir. Êdî me penabertiya xwe ji bîr dikir.Lê piştî êrîşê çeteyên DAIŞ'ê, cardin em koçbertî jiyan kir û dîsan me famkir ku em penaberin. Lê belê vê carê jiyana ku me tê de xwe bi rêxistin kirî û avakirî niyeta me nîne ku em berdin. Emê neçin cihek û emê qampa xwe jî biparêzin.” Narînç da zanîn ku êrîş herî zêde bandor li zarokan kirî û wiha dewamî da gotinê xwe: "Êrêşê çeteyên DAIŞ'ê di pir mijaran de me hîşyar kir,ev êrîş bi me da diyar kirin ku pêwîste em hîn zêdetir xwe xort bikin û amede bikin.Êdî ji demê derbasbûyî zêdetir ked û xebat tê xwestin.Pêwîste em hêza xwe ya parastina rewa bi awayek lezgîn pêşbixin." Narînç da zanîn ku dema êrîşa ji bo demek kin ew qampê vala kirine û piştî ewlehiya qampê hatiye girtin cardin hatine wargehê xwe. Narînç di dawiya axaftina xwede diyar kir ku, welatiyên wergeha Maxmûrê bê hev ne mûmkune bijî. Pêwîste tekoşîna jinan ya li hemberî çeteyên DAIŞ'ê dijwar be û ew mînakê ji berxwedanvanê jin yên li Kobanê şerdikin digrin.
(rt/zt)

