Roja damezrandina PKK'ê li Fîsê tê pîroz kirin

16:19

 


JINHA


AMED - Li gondê Fîsê yê ku kongreya damezrandina PKK'ê hatibû li darxistin, îro bi hezaran ji bo pîrozbahiya 27'ê Mijdarê berê xwe dan gondê Fîsê. Jinên ku bi cil û bergên xwe yê netewî tevlî pîrozbahiyê bibûn, bi şerbên kesk, sor û zer reng da çalakiyê. Çalakî bi govend û bilindkirina durişmeyan didome.


Bi armanca 27'ê Mijdarê 36’emîn salvegera damezrandina Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) li gundê Fîsê yê Navçeya Lîcê ya Amedê çalakiya pîrozbahiyê hat li darxistin. Li beramberî ku leşkeran 3'ê noqteyên qontrolê li ser riyên Lîcê danîne jî dîsan bi hezaran welatî berê xwe dane qadê pîrozbahiyê. Bi hatina Hevserokê KCD'ê Hatîp Dîcle, Parlamentên HDP'ê , rêveberên DBP'ê  dê mîtîng dest pê bike. Li qada çalakiyê posterên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, ji pêşengên PKK'ê Mazlum Dogan, Kemal Pîr, M. Hayrî Durmuş, Sakîne Cansiz, Mahsum Korkmaz û wêneya Arîn Mîrxan ya ku di berxwedana Kobanê de jiyan xwe ji dest daye, hatin daliqandin. Di heman demê de ala PKK'ê û KCK'ê jî hatin hildan. Dîsan panqartên"Jina azad wê bi serbikeve", "Me bi Kobanê despêkir emê bi Kobanê bi serxin", "Bi rihê 27'ê Mijdarê jinên ciwan wê mitîngerparêzan ji Kurdistanê dexin", "Bi rihê 27'ê Mijdarê em tekoşîna xwe ya rêxistinî  bilind bikin û em mitîngerparêzan ji Kurdistanê bavêjin û qadên azad avabikin" hatin daleqandin.


Li beramberê hewaya sar û baranê dîsan welatî bi dûrişmeyên "Bijî Serok APO" bilind kirin. Jinên ku bi cil û bergên xwe yê netewî tevlî çalakiyên pîrozbahiyê bibûn bi şerbên kesk, sor, zer û bi tiliyên xwe  reng da çalakiyê.


Çalakî bi govendê hîna didome.


(rt/zt)