Li Wanê bi keda jinên ciwan ‘TuşBal’ tê afirandin

09:53

 


Berivan Sumer / JINHA


WAN – 18 jinên ciwan yên di atolyeya berikan ya li taxa Suphan ya girêdayî Şaredariya Bajarê Mezin de perwerdê dibînin hatin gel hev û dest bi hînbûna hilberîna hingiv kirin. Jinên ciwan hingivê xwe yê despêkê xistin hindirê tenekan ji bo firotinê amade kirin û ser wê jî marka danîn. Li ser tenekeyên hingiv jî wêneyên Xudayê Urartuyan Haldi danîn û ser wêne jî navê ‘TuşBal’ lêkirin.


Di biniya Şaredariya Bajarê Mezin ya Wanê de ji bo jinên ciwan yên taxê “Atolyeya Şin ya Berikan ya Şaredariya Bajarê Mezin ya Wanê” avakirine. Bi alikariya Komeleya Alikariyê ya Hisar Anadoluyê jinên ciwan hem di atolyeyê de karê çêkirina berikan dikin  û hem  jî hilberîna hingirv dikin. Girêdayî projeya hilberîna hingiv 18 jinên ciwan yên di heman demê de di atolyeyeê de dixebitin hatin bahev û dest bi hilberîna hingiv kirin.


‘Parçeyek ji çanda me’


Enver Ozkahraman yê ku hemû jiyana xwe daye kar û niha jî rêveberê atolyeya berikane diyar kir ku li herêmê jiyana zarokên keç zore. Enver yê ku berî niha 10 salan bi rêya koçkirinê ji gund hatiye bajar, li gel zarokên xwe dest bi vekirina atolyeya berikan kiriye û hîna berdewam dike wiha dibêje: “Armanca me zarkonê keç yên na xwînin ji malê derxistine û beşdarî nava jiyana kar kirine. Berdewamiya çêkirina berikan ya ku parçeyek ji çanda meye di heman demê de ji bo kêmek di aliyê aborî de alîkariya malê jî giringe. Bi berdewam kirina karê berikan re em tenê di çêkirina wan de sînor neman me komele jî vekir.”


Fatma Belli ya heman karî dike jî wiha dibêje: “Li vêderê jin bi xebata xwe dikarin ser lingê xwe rawestin. Ev saleke ez di xebitim. Lê weke ku bi salane vî karî dikim, ewqas bi heskirin dikim.”


Canan Peyan jî got: “Em karê xwe bi xwe dikin. Vî karî ji bom e firset da. Em bi hevalên xwe re kombûn. Em hemû di mijara karê xwe bi xwe kirinê de hemfikirbûn û me despêkir.”


‘Hêza cewherî rê li pêşiya serkeftinê vedike’


Meryem Peyan jî wiha got: “Bi saya perwerdeya ji bom e hatî dayîn ez niha li vêderê dixebitim û ji karê xwe jî hez dikim. Bila her kes bi hêza xwe ya cewherî bawer bikin karek û bi ser nexin nîne. Baweriya bi hêza xwe ya cewherî deriyê serkeftinê vedike.”


 (zt)