Barîna berfê pîrozbahiyên 27’ê Mijdarê asteng nekir
10:35
JINHA
ERZIROM/WAN – Li gel hewaya sar û barîna berfê jî li herêma Serhedê 36’emîn salvegera damezrandina PKK’ê bi kelecanek mezin hat pîroz kirin.
Li gelek navend û navçeyan bi boneya 36’emîn salvegera demezrandina PKK’ê şahî û mitîng hatin li darxistin û li gel mudaxleyên polîsan jî berdewam kirin. Di çarçoveya çalakiyên salvegera damezrandina PKK’ê de pêşandana sînevizyonan, meş, daxuyaniyên çapemeniyê, şahî û mitîng hatin li darxistin.
Erzurum
Li gel hewaya sar û barîna berfê jî bi pêşengiya Navenda Rêxistina DBP a Erzurum ê bi kelecanek mezin 36’emîn salvegera damezrandina PKK’ê hat pîroz kirin. HDP, DBP, Komeleya Çand û Hunerê ya Eftelya, gelek xwendekar jî di navê de gelek welatî tevlî pîrozbahiyê bûn.
Erdiş
Li navçeya Erdîşê ya Wanê jî bi teqandina fîşekên hewayî û girtina dîlanê 36’emîn salvegera damezrandina PKK’ê hat pîroz kirin.
(zt)

