Li ser xeta sînor bêhna zaroka xwe hîs dike
10:39
JINHA
RIHA - Li ser xeta sînora Kobanê de nobeda xwe berdevam dike, çalakgera bi navê Bêzar Bîngol 3 zarokê wî di nava refên HPG, YPG û YPJ'ê dane. Dayika Bêzar her tim li ser sinor li Kobanê dinêre û wiha dibêje: "Ez li vir bêhna wan hîs dikim. Ez li benda roja serfiraziya Kobanê û zaroka xwe me."
Li ser xeta sînora Pirsûs û Kobanê ji bo piştgiriyê bidin YPG, gel berxwedana xwe berdevam dike û li benda serfîraziya Kobanê ne. Berxwedana Kobanê taybetî dayik pêşengiyê dike. Ji van dayikan yek jê dayika Bêzar Bîngol a ku 3 zarokê wê tevlî nav refên HPG, YPG û YPJ'ê bûne. Dayika Bêzar, keçek û zarokek wê niha li Kobanê ne û zarokek wê jî di nava refên HPG'e de ye. Bêzar ji bo zarokên xwe ev tişt anî ziman: "Bila Xwedê bi wan re be. Karê wan rast biçe." Bêzar diyar kir ku wê zarokê xwe yê dawî bi destê xwe oxir kiriye û wiha axivî: "Zarokên min ji min re gotin 'Dayê Kobanê rewşeke wisa de ye ez nikarim li vir temaşe bikim. Heke ez li vir bim ev tê wateya îxanetê. Ez ê biçim û heta Kobanê azad bibe ez venagerim.' Bi van hestan xatir ji min xwest."
"Ez li benda roja serfiraziya Kobanê û zarokên xwe me"
Dayika Bêzar ji kurê xwe re ev tişt gotibû: "Min zaroka xwe bi destê xwe oxir kir. Min jêre got biçe. Xwedê hêz bide te, rêhavalên te, gelê kurd û Kurdistanê." Dayika Bêzar diyar kir ku ji bo ku zarokê xwe re nezîk bibe, li ser xeta sînorê nobeda xwe berdevam digire û wiha pêde çû: "Ez li vir bêhna wan hîs dikim. Ez li benda roja serfiraziya Kobanê û zarokên xwe me."
Dayika bi navê Fatma Bîlen jî zarokê wê ji Stenbolê hatiye û di nava refên YPG'ê de ye û wiha axivî: "Kurê min dilê wî ne rehet bû. Çeteyên DAIŞ'ê erîşî Kobanê kirin û dilê wî ranedikir ku vê êrîşê temaşe bike. Ji bo vê jî di nava berxwedana Kobanê de cihê xwe girt. Kurê min ji bo rûmeta xwe şer dike. Ez jî ji bo piştgiriyê di şexsa kurê xwe de bidim vê têkoşîna rûmet hatim xeta sinor û di nobeda azadiyê de cihê xwe digirim."
(zt)

