Berxwedana nobetê di roja 75'emîn de ye
11:29
JINHA
RIHA - Berxwedana azadiyê ya YPG/YPJ'ê ket roja 75'an. Li ser xeta erdnîgariya Kurdistanê ji hev parçe kiriye jî, çalakiya nobedê çepereke din a berxwedanê afirandiye. Welatiyên ku tevî hewa sar û baranê çalakiya xwe dewam dike dibêjin: "Berxwedana Kobanê me germ dike" û bang li gelan kir ku heta azadiya Kobanê berxwedanê mezin bike.
Li hemberî êrîşên çeteyên DAIŞ'ê berxwedana bêhempa ya şervanên YPG/YPJ'ê di roja 75'emîn de dewam dike. Li aliyê din jî berxwedana nobetê li ser sînorê Kobanê û Pirsûsê didome. Welatiyên ji gelek bajarên Tirkiyê û bakurê Kurdistanê hatin herêmê tevlî berxwedana nobetê bûn. Rexmê baran û hewaya sar jî berxwedana nobetê bê navber dewam dike.
Li aliyekê berxwedana bi awayek girseyî dewam dike li aliyê din modela Rojava ya xweseriyê li gundên Mehser û Miseynter bû rengê jiyanê. Têkiliya dinav jin û zilam de ya hêzê hatiye derbas kirin, xebatên li ser sînor bi awayek hevbeş tê rêveberin. Di dema çalakiyan de jî mijara berxwedanê ya li meclîsên biçûk hatiye ava kirin jî Kobanê ye. Gelek welatî ji li ser sînor dûrbîn di destê wan de ye çavê wan li "Berxwedana zarokên wane." Di destê gelek welatiyan de jî çixareyek ya titinê di pêçe, gele ji di destê wan de rojname û radyo geşedanan di şopînin. Berxwedana nobetê ya di roja 75'emîn de dewam dike "Her çiqas baran û berf bi bare jî berxwedana şervanê YPG/YPJ'ê hindirê me germ dike."
'Hewa çiqas sar be berxwedan me germ dike'
Welatiyê bi navê Dino Budak (60) yê ji Şirnexê hatiye nêzî 50 roje di berxwedanê deye. Dino anî ziman ku dema berxwedan li Kobanê hebe wê ji derveyî sînor nikare li cihek din jiyan bike. Dino bilêv kir ku "ez ji vir venaqetim wijdana min qebûl nake. Heya li Kobanê berxwedan negihêje serkeftinê ez jî li ser sînor venaqetim. Mal min ji heye, zarokên min li benda minin. Lê belê heya ez azadiya Kobanê ji hemûyan giringtir dibinim."
'Eger were xwestin heya dawiya temenê xwe ez ê li ber xwe bidim'
Welatiyê bi navê Ramazan Yanar ê ji Şirnexê hatiye nêzî 45 roje li ser sînor di berxwedana azadiyê de ye ji destê xwe dûrbînê naxe jî ev tişt gotin: "Eger were xwestin heya dawiya temenê xwe ez ê li ber xwe bidim." Ramazan anî ziman baran û berf jî were ew ê berxwedana xwe bidomînin û bang li tevhî gelan kirin ku werin li ser sînor tevlî berxwedanê bibin.
'Ji bo berxwedana zarokên xwe em li virin'
Yek ji berxwedêrên li ser sînor Suleyman Çelik ê ji Stenbolê hatiye wiha dest bi axaftinê kir: "Li heberî berxwedana bêhemapa ya Kobanê ez bejna xwe bi rêzdarî di tewînim. Hemû berxwedêrên li Kobanê li ber xwe didin zarokên me ne, eger zarokek me li Kobanê şehîd bikeve em ê yek din rêkin. Em li vir heya damleyek xwina xwe li ber xwe bidin, heya Kobanê azad nebe em li ser sînor naçin em ê hertim dinava berxwedanê de bin.”
Dayika Makiye Girtî ya weke dayika şervanên YPG/YPJ'ê binav dike nêzî mehek di xeta sînor de li ber xwe dide. Makiye diyar kir ku çeteyên DAIŞ'ê yê bi hemû hovatiya xwe êrîşî li ser xaka me dike bi nehlet dikim, di rastiyê de tu eleqa van çeteyan bi ola îslamê re tuneye, îslamyeta rast gelê kurd dike. Makiye di dawiya axaftina xwe de bi dirûşmeyên "Bijî berxwedana YPG/YPJ'ê" silav kir.
Sureyya Aydin ya ji Stenbolê bi minasebeta 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîn û Piştevaniya Navneteweyî ya li Dijî Tundiya li Hemberî Jinan hate li ser sînor fikrê xwe guherand û li ser sînor tevlî berxwedanê bû. Sureyya diyar kir ku heya serkeftina Kobanê ew ê li ser sînor bi hemû hêza xwe tevlî berxwedanê bibe û pêwiste her kes were li ser sînor şahîdiya berxwedanê bike.
'Parçeyek min livir mabû'
Welatiya bi navê Gulistan Aydin ya ji Stenbolê hat tevlî berxwedanê bû piştî demekê dîsan vegeriya Stenbolê dibêje: “Dema ez vegeriya Stenbolê min nekarî jiyan bikim, ez dîsan hatim tevlî berxwedana li ser sînor bûm min di got qey parçeyek min maye li ser sînor.” Gulistan bilêv kir ku Kobanê û Pirsûs jî erdingariya Kurdistanê ye û bang li hemû kesê kir ku werin tevlî berxwedanê bibin û xwedî li Kobanê derkevin.
(zt)

