Li Îzmirê komxebata jin wê were çêkirin
11:50
JINHA
ÎZMÎR - Li Îzmîrê di 4 û 5'ê meha berfanbarê de,"wê saziya komxebata giştî, li dijî tûndiya li ser jinan" were li darxistin. Seroka komeleya piştevaniya jinan ya Îzmîrê Badegûl Gûler, diyar kir ku, komxebata ku wê çêbibe dê alîkariyê bide pêşketina hevkariyê ya dijî tûndiya li ser jinan.
Di projeyên perwerde kirina jinan ya di çerçoveya"Xurtkirina Têkoşîna Li Hemberî Tundiya Li Ser Jinan a Herêmî û Neteweyî ya Bihêzkirina Saziyên Sivîl (VAW) Bernameya Hîbeyê" de "Bi Destê Piştevaniya Herêmî Bihêzkirina Mekanîzmeyên Têkoşîna Li Dijî Jinan"de didome. Perwerde ya ku, li Îzmîr, Enqere û Edenê ji 1'ê sibatê despêkirî û dê heya 30'ê nîsana 2015'an bidome. Dê di komxebatê de 3'ê xalên bingehîn bê destgirtin û li ser nîqaş bên kirin. Di çerçoveya domandina pirojeyê de, şaxa Egitim Sen a Îzmîrê wê " Saziya komxebata giştî, li dijî tûndiya ser jinan" avabike. Seroka komeleya piştevaniya jinan ya Îzmîrê Badegûl Gûler di derbarê bernameya komxebata ku dê di 4 û 5'ê berfambarê de pêkwere agahî da.
'20 û 25 kes wê tevlî komxebatê bibin'
Badegûl diyar kir ku, komxebat dê roja despêkê li ser peymana Konseya Avrupayê û peymana Stenbolê were mûneqeşe kirin. Di heman demê de Badegûl got: "Li gorî qanûnê 6284 mijarên hiqûqî, komalî û xebatên atolye yan wê nirxandin bên kirin." Roja dûyem ya komxebatê, wê mijara tûndiya li ser jinan were nîqaş kirin. Di dawî de jî dê komxebat nirxandina dawî bike û ji 20 û 25 kesên komxebatê dê biryarên dawî derkevin. Badegûl wiha got: "Ev komxebat ji bo dijî tûndiya li ser jinan wê alîkarbe."
(rt/zt)

