Daçuna xwe ya dibistanê ji bo Rojava şand

12:50

 


JINHA


AMED – Şaredariya Peyasê bi boneya piştevaniya welatiyên Rojava û Şengalê kampanyeya alîkariyê dane despêkirin. Xwendekara dibistana Ameadeyî Sultan Çakmak jî daçuna xwe ya dibistanê kom kir bi 77 lireyan beşdarî kampanyeya alîkariyê bû.


Kampanyeya alîkariyê ya ku ji aliyê Şanredariya navçeya Peyasê ya Amedê ve hatiye despêkirin berdewam dike. Kampanyeya bi wesîleya alîkariya welatiyên Rojava û Şengalê yên ku ji ber êrîşên çeteyên DAIŞ’ê mexdur bûne hatiye despêkirin. Kampanya bi her awayî berdewam dike û ji hemû kesîmên civakê rastî eleqeyek mezin tê. Xwendekara dibistana Amadeyî Sultan Çakmak jî bi daçuna xwe ya dibistanê bi 77 teleyan tevlî kampanyeya alîkariyê bû. Hevşaredara Peyasê Fatma Arşimet di meqama xwe de Sultan birêkir û şanaziya xwe ya ji bo alîkariya xwendekaran anî ziman.


Fatma di derbarê mijarê de wiha got: “Ji ber baldariyê ez sipasiya vê hevala me ya biçuk lê dilê wê mezin û malabata wê mezin kiriye dikim. Ev baldariya gelê me ji bo çareseriya hemû pirsgirêkan hêzek mezine.”


Sultan Çakmak jî diyar kir ku dema wê di televizyonan de rewşa heyî didît her hefte 15 lireyê bavê wê ji bo daçuna dibistanê didayê kom kir û xwest alîkarî bike.


 (zt)