Li koreya bakûr jin cihê xwe di artêşê de girtin

13:15

JINHA


NAVENDA NÛÇEYAN - Jinan li koreya bakûr bi perwerdeya pîlot dîtinê ve, di nava artêşê de cihek berbi çav qezeç kir.


Li koreya bakûr jin di nava artêşê de bûn xûdî cihek aktîf. Li gorî  nûçeyên ajansa fermî ya koreya bakûr KCN'ê, Serokê koreya bakûr Kîm Jong, diyar kiriye ku, li welat jin perwerdeyên pîlotbûnê dibîne û wiha got: "Bi pêşxistina pîlotên jin yên nêçirvan, dê di tevahiya welat de bê pîroz kirin û wê bûyerek xêrdar be."


Di heman demê de li koreya bakûr bi mihane yekîneyên jin yên hewayî hatine avakirin û programên perwerde yên pisporî tên dayîn. Her wiha tê payîn ku balafirên pîlotên jin pê têne perwerde kirin balafirên MİG'ê ya  ji dema Sovyetê mane bi kartînin.


(rt/zt)