Di rojnivîska YPJ yî Gilîdax de kêlî û rojên berxwedanê
13:47
JINHA
KOBANÊ - Di nava rojnivîsên wê de helbest û nameyên ku şervanên azadiyê beriya jiyana xwe jidest bidin nivîsandine hene. Ew pir bi rojnivîsên xwe yên wekî dîroka wê ne girêdayî ye. Di rûpelên lênûsa wê de soza bi zarokên Kobanê re, hêvî, xeyal, û suhbeta bi hevalên wê re, her wiha hestên li wê derê tên jiyîn hene.
Şervana YPJ'ê Gilîdax Bawer di nava berxwedana Kobanê de rojaneyên xwe dinivisîne. Kêlî û rojên Gilîdax li eniyên şer û di nava berxwedanê de dijî hemûyan bi rojaneya xwe re parve dike. Gilîdax Bawer a YPJ'yî ku tevlî şerê Serêkaniyê bûye û niha li Kobanê ye li kêleka hevalên xwe yên jin û xort li eniya rojhilat di çeperên berxwedanê de dimîne. Gulîdax çawa dest bi rojnivîsên xwe kiriye bi Nûçegihana ANHA yê Nehîr Pale re wiha par dike: "Ji zaroktî ve hezkirina min a rojnivîsandinê heye. Êdî rojnivîsandin bûye perçeyek ji jiyana min. Her çiqasî berxwedaniya YPG û YPJ'ê bûye para dîrokê û her kes bû şahidê vê berxwedanê, lê belê min xwest ku ez li ser wan hevalên xwe yên ku bi ruhekî fedayî bi ser çeteyên DAIŞ’ê ve diçin, birîndar dibin û şehîd dikevin, binîvsînim. Min xwest ku ew şev û rojên ez bi hevalên xwe re di çeperên berxwedanê de derbas dikim, binîvsînim. Dîrok bi gotin û jiyana me tê nivîsandin, lê belê dema tu mirov rojaneyên xwe binîvsînê wê demê mirov bi xwe dîroka xwe dinivisîne."
Şer, êrîşên çeteyên DAIŞ’ê û pevçûnên herî dijwar li pêşiya nivîsandina Bawer a rojaneyên wê nabin astengî. Gilîdax dibêje ku wê di rojên ku çeteyên DAIŞ’ê bi top û hewanan êrîşî wan dikir jî wê rojaneyên xwe dinivîsand û dixwest ew roj bibin mîrasê dîroka wê.
'Di rojnivîsên de name û helbestên hevlên min ên şehîd'
Gilîdax û hevalê xwe Berxwedan di heman çeperê de. Dema Gilîdax lênûsa xwe derdixe hevalê wê Berxwedan dixwazê helbestekê ji bo hevalên xwe yên Şehîd binîvsîne. Berxwedan ê ku bi berxwedana xwe ya li hemberî çeteyan gihist asta şehadetê beriya ku jiyana xwe jidest bide wiha ji hevalekî xwe yê tekoşer re dibêje: "Ji evîna dilê zarokên Kobanê re slav. Li hemberî çeteyên ku destûr nedan hûn li warê xwe bileyîzin û hûn neçarî koçberiyê kirin em ê şer bikin. Îro hevalê min ê Zerdeşt û Ezde şehîd ketin û navê wan di rûpelên dîrokê de hatine nivîsandin. Heyanî dilopa xwîna xwe ya dawiyê em ê şopdarê riya wan bin. Berî ku em gavên xwe bavêjin hûn têne bîra me. Bi ruhê we bi ser armanca xwe de em diçin."
Çend hevok ji rojnivîsên Gilîdax
Gilîdax di rojnivîsên xwe de wiha dibêje: "Hevala min a hêja tu dizanê ez niha li kûderê me. Ez niha li keleha berxwedaniyê li Kobanê me. Cihê ku min hertim xeyal dikir ez werimê ez hatim. Ji Serêkaniyê ez hatim Kobanê. Ez niha li çeperên berxwedaniyê dimînim. Ez cihê di nava taxima Şehîd Bêrîtan de digrim û bi moralekî mezin xwe ji bo çalakiyê amade dikim. Dîsa hemû hevalên me xwe pêşniyar dikin ku biçin çalakiyê û tola hevalên xwe yê Şehîd hilînin. Ji ber ez tevlî çalakiyê bibim ez gelekî kêfxweş im û heyecaneke mezin jiyan dikim. Her çiqasî destê min ji pênûsa min qut nabin, lê belê em ê niha birêbikevin û biçin çalakiyê."
Ew di navberê de dinivîse
Şervana YPJ’ê Gilîdax Bawer di nava berxwedanê de kengî dinivisînê wiha dibêje: "Di demê navberdayînê de ez hinekî navber didim, lê belê nîvê dema xwe yê navberê bi rojnivîsê re derbas dikim. Tiştekî ku ez bibînim û bijîm divê ez bi lênûsa xwe re parve bikim. Hedara min nayê heyanî ez binîvsînim. Bi şev ronahî tune ye ku ez li ber binivîsim. Ji ber vê yekê ez serê xwe dixim bin betaniyan û tenê du hevokan binîvsînim ji bo min besin û dilê min rehet dibe."
'Rojnivîs mamosteyê min e'
Gilîdax di nava gotinên xwe de anî ziman ku rojnivîsandin ji bo wê amrazeke (alaveke) perwerdeyê ye û wiha dewam kir: "Di rojnivîsê de ez gelek caran kesayeta xwe lêpirsîn û lêkolîn dikim. Ji xwe dipirsim gelo roja min çawa derbas bûye û ez çawa dijîm. Dema ku ez rojaneyên xwe dinivisînim ez piratîka xwe lêpirsîn dikim û rexnedayînên xwe didim."
(zt)

