'Dema em sibê vegerin Kobanê em ê bi rûmet bijîn'
14:00
JINHA
RIHA - Malbatên xizmên wan li Kobanê di nava YPG'ê de şer dikin, ji bo vegerin ser ax malên xwe rojan dihejmêrin û berxwedana Kobanê weke "Şerê rûmet û şerefê" dibînin û çîrokên xizmên xwe vedibêjin. Jina bi navê Newroz Şêx a ku hevserê wê Nihad Elî sê roj berê tevlî YPG'ê bû wiha got: "Dema çû got, 'Heke ez ji bo parastina Kobanê neçim eniya şer dema ez sibê vegerim wir fikra min mafê li wir jiyanê bikim tuneye' Dema em sibê vegeriyan em dê li wir bi rûmet bijîn."
Malbatên kesên tevlî berxwedana YPG'ê ya li hemberî çeteyên DAIŞ'ê bûn axivîn û gotin ji bilî berxwedanê tu şansên wan ên din tunebûn.
'Zewicî û çû eniya şer'
Nihat Elî (20) beriya êrîşên li hemberî Kobanê zewicî. Nihat bi hevsera xwe re hate Pirsûsê û piştî destûr ji hevsera xwe Newroz Şêx a 19 salî girt 3 roj berê tevlî YPG'ê bû. Hevsera Nihat Elî Newroz Şêx çûna hevserê xwe ya parastina Kobanê wiha vegot: "Ez û hevserokê xwe evîndarên hevbûn. Berî êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên li dijî Kobanê dest pê bikin em zewicîn. Ji ber ku em zewicîn hevserê min bi me re ji Kobanê hate Pirsûsê. Lê wî bi xwe divê li Kobanê be anî ziman. Ji min re got, 'Heke ez ji bo parastina Kobanê neçim eniya şer dema ez sibê vegeriya wir mafê min ê li wir bijî tuneye' pişt re çû tevlî YPG'ê bû. Ez bi çûna hevserê xwe serbilind im. Dema em sibê vegeriya Kobanê em dê bi rûmet bijîn."
'Heke zarok neban ez dê çûbam eniya şer'
Şervanê YPG'ê Welîd Şerîf (Esmer) 40 saliye û bavê 5 zaroka e. Malbata wî li Konbajarê Kader Ortakaya têkoşîna jiyanê dide û salên dirêj e di nava Têkoşîna Azadiya Kurd e. Fatma Îsmet, diyar kir ku ji ber şer hem dayikiyê û hem ji bavtiyê ji zarokên xwe re dike û ji ber hevserê wê li Kobanê ma bi rûmet e û wiha got: "Hevserê min 20 sale leşkerê Têkoşîna Azadiya Kurd e. Bi Şoreşe Rojava tevlî YPG'ê bûn. Ez bi hevserê xwe serbilind im. Heke zarok biçûk neban min dê di eniya şer de cihê xwe girtiba."
'Zarok ji bavê xwe bêagahî ne'
Zarokên şervanên YPG'ê Nesîh Resul jî li konbajar têkoşîna jiyanê didin. Berîvan, Yara, Mîrana û Dîlba di ferqa bavê wan li niya şer de ye nîn in. Hevsera Resul Xoz Cîma diyar kir ku hevserê wê ji bo azadiya Kurdistanê ya dikeve ser bilê wî dike û wiha got: "Hevserê min di nava refên YPG'ê de ma. Ev yekê tercîha wî bû. Ji bo azadiya Kurdistanê li eniya şer e. Kobanê dê di qirika çeteyên DAIŞ'ê de ma. Ez ji zarokên xwe re nabêjim bavê wan li eniya şer e.Tenê dibêjim, mala me ji çeteyan biparêz e."
'Me kurdbûna xwe diveşart'
Şervanê YPG'ê Mihemed Mahmûd jî 3 zarok û hevsera xwe hişt û çû eniya şer. Zarokên Mihemed ê herî mezin Rusîma 6 saliye û ya herî biçûk Leyla jî 6 mehî ye. Hevsera Mihemed Emel Murad wiha got: "Ji bîlî şansê em zarokên xwe li welateke azad mezin bikin tuneye. Divê li hemberî çeteyên dora me girtin berxwedan pêk bê. Niha li ser Kobanê lorîk tên barandin lê zarokên me yên 3 salî staranên berxwedanê dibêjin. Me ji ber tirsa rejîma Suriyeyê nedikarî bêjin em kurd in. Niha kesên hebûna kurd û Kurdistanê qebûl nedikirin rastiya YPG û YPJ'ê dibîne."
'Em ji bo rûmet û şerefa xwe dijîn'
Salîh Elî û kurê xwe Ahmed Salîh ên gundê Pendir bi hev re li hemberî dagirkeriyê şer dikin. Emîne Ahmed (75) diyar kir ku kur û neviyê wê di berxwedana Kobanê de cih digirin heke YPJ destûra wê bide dê tevlî berxwedana Kobanê bibe û wiha got: "Em naxwazin tu kes dilê xwe li me bisoje. Em ji bo rûmet û şerafa xwe teslîmî çeteyên DAIŞ'ê nebûn û niha ji ber vê yekê li konbajar dijîn. Birçîbûn, baran û herî me bêzar nake û min qehremaniya zarokên xwe dît û êdî ez bimirim jî çavên min vekirî namînin. Neviyê min ji bo parastina Kobanê 4 salin di çeper de ye. Herî dawî dema me gundê xwe berda kurê mîn jî tevlî berxwedanê bû û bav û kur niha bi hev re şer dikin. Heke YPJ min qebûl bike ji bo ez ji wan re xwarinê amade bikim ez dixwazim biçim eniya şer."
'Ji kesên ber xwe didin re silav'
Hevsera şervanê YPG'ê Salîh Usîv Hamîde Elî diyar kir ku kurê wê Ahmed tevlî YPG'ê bû û ji bo Kobanê ji çeteyan bê paqijkirin divê hemû kes ber xwe bide û wiha got: "Êdî em Kobanê nadin tu kesî.Ew ji me tenê kesekî bihêlin jî heya dawiyê dê li hemberî wan şer bike û ber xwe bide. Kurê min du mehin bi qehremanî li hemberî çeteyan ber xwe dide. Ji kesên şer dikin û ber xwe didin re silavan dişînim."
(zt)

