Asayîşa Zaxo êrîşî nûçegîhanê Çira TV kir
14:39
JINHA
ZAXO - Nûçegihan û kameramanê Çira TV, yên li Dêrebon a Zaxoyê xebatên alîkariyê yên ji bo koçberên Şengalî dişopandin, rastî lêdana Asayîşa PDK'ê hatin.
Nûçegihanê televîzyona Kurdên Êzidî Çira TV Saddam Xaneqîn û kameramann, li Başûrê Kurdistanê herêma Zaxoyê di dema şopandina nûçeyê de rastî astengî û lêdana asayîşê hatin. Li gorî agahiyên hatin bidestxistin, nûçegihan Saddam bi kameramann re, ji bo şopandina qemyonek alîkariya ji Ewropayê ji bo Şengaliyên li kampa Dêrebon a Zaxoyê hat şandin çûn herêmê rastî astengiyê hatin.
Rêveberiya Çira TV bi daxuyaniyeke nivîskî bûyer şermezar kir û bang li rayedaran kir, ku berpirsyarên vê êrîşkariyê aşkera bikin û radestî dadgeriyê bikin.
(zt)
