Dê pêlîstokan danîn ber serê zarokên Kobanê
16:03
JINHA
RIHA - Ji zarokên Kobanê yên li konbajarên Pirsûsê dijîn dildaran şahî li dar xist. Di çarçoveya şahiyê de 40 hezar pêlîstokên anîn dê şevê dema zarok dirazin dê li konan bên belavkirin.
Piştî Şanoya Kolanan a Derveyî Dikê ya Enqere ji bo zarokên Kobanê yên li Pirsûsê di konbajaran de dijîn bang kir 40 kesên li 8 bajarên cuda yên di komeleyan de dixebitin bi dildarî ji bo zarokan şahî li dar xist. Şahî li Konbajarê Suphî Nejat Agirnasli ji bo zarokan bername li dar xist. Ji bo zarokan pêşandana îluzyon, pandomîm, drama, jugglîng li dar xistin û ligel vê yêkê atolyeyên lîstik û vîdeoyê jî hatin pêşandan. Zarokan deme dem stranên "Zimanê kurdî" û "Ax Kobanê" gotin.
Ji hunermendên hatin Hazel Başkoy diyar kir ku ji bo 5 rojan hatin dê şahiyên zarokan li konbajarên Arîn Mîrxan, Kobanê, Rojava û Kader Ortakaya bidomînin. Başkoy anî ziman ku ji bo her zarok melzemeyê kirtasiyeyê jî amade kirin. Hazel da zanîn ku Komeleya Muzîsyenên Îzmîrê 40 hezar pêlîstok anîn û ji bo ji zarokan re suprîzê bikin dê şevê wan li konan belav bikin.
(zt)

